Divê MÎT wek rêxistinek terorî bê nasîn

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 03:15

Akademîsyenê ku li Pentagonê xebat kirî Michael Rubin, li ser Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) ji bo kovara mehane ya Hellas Journal a ku ji bo welatiyên Yewnan-Emerîkî, gotarek nivîsî.  Rubin di gotara peywendîdar de diyar kir ku rojnamevan Can Dundar di sala 2015’an de şandina çekan ji aliyê MÎT a Tirk ji bo endamên rêxistina terorî a El-Qaîdeyê re belgekiribû û diyar kir ku divê Emerîka MÎT’ê weke rêxistineke terorîst bipejirîne. Michael Rubin di nivîsê de bal kişand ser binavkirina berê ya Donald Trump a di dema serokatiya xwe ya berê de ya Pasdarên Şoreşa Îranê û Hêza Qudsê ya Îranê wek rêxistinên terorîst ên biyanî û got:“Şeş sal berê, serokê wê demê yê Emerîkayê Donald Trump, Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê û Hêza Qudsê wek rêxistineke terorîst a biyanî bi nav kir. Ev yekem car bû ku DYA bi fermî beşekî hukûmetek din wekî rêxistinek terorîst binav kir. Vê biryarê gelek rexnegirên siyasî û dîplomatîk tirsand. Hinekan cezakirina tevahiya Pasdarên Şoreşê bi xeletî bi nav kir û destnîşankirin ku ji ber tenê komek biçûk operasyonên leşkerî li derveyî welat pêk tîne. Lê Trump, Artêşa Pasdarên Şoreşê bi giştî nirxand û stratejiyeke berfireh a pêkanînê bi cih anî û got, ‘ger hûn bi Artêşa Pasdarên Şoreşê re bazirganiyê bikin, hûn terorîzmê fînanse dikin.’ Vê stratejiyê rê da ku qurbanî ne tenê li dijî Artêşa Pasdarên Şoreşê, her wiha şîrketên ku bi wê re hevkarî kirine jî doz li ser vekin. Li ser vê yekê, şîrketên mezin ên wekî şîrketa otomotîvê ya Fransî PSA (çêkerê Peugeot û Citroën) û Siemens a Elmanî dev ji bazirganiya bi Îranê re berdan.

Heman nêzîkatî ji bo Tirkiyeyê jî divê

Divê DYA û Ewropa li hemberî dewleta Tirk bi mînaka Îranê heman nêzîkatiyê nîşan bidin. Ji ber ku MÎT weke rêxistina terorê ya biyanî tevdigere. Belgeyên têkildarî têkiliya MÎT’ê ya bi terorê re gelek xur in. Di sala 2015’an de Midûrê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar dîmenên ku MÎT’ê li ser sînorê Sûriyeyê çekan ji komên girêdayî El Qaîdeyê re dişîne, weşand. Demek şûnda rastî hewldana kuştinê hat. Rayedarên Emerîkî di wê baweriyê dene ku MÎT di warê çekdarkirin û rêxistinkirinê de hevkariya DAIŞ’ê kiriye. Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê tespît kirin ku MÎT hewl dide çek û teqemeniyan bigihîne Hemasê. Şopa tiliyên MÎT’ê jî di gelek planên ku Tayyîp Erdogan ji bo reva ji pêkanînên navneteweyî pêşxistî de têne dîtin. 

Xebatên MÎT’ê yên derqanûnî

Hakan Fîdan ku di navbera salên 2010-2023’an de Serokê MÎT’ê bû, MÎT’ê kir yek ji hêmanên çalak ên polîtîkaya derve ya dewleta Tirk. Di vê heyamê de MÎT’ê mûxalîfên li çar aliyê cîhanê hedef girt û operasyonên revandinê organîze kir. Ji Qirgizistanê heta Kosovayê, ji Malezyayê heta Moldovayê gelek welatiyên Tirkiyeyê bi darê zorê hatin revandin. MÎT’ê bi eşkereyî kuştina hevrikên xwe yên siyasî yên li Iraqê ragihand. Tê zanîn ku MÎT’ê li gelek welatan, di serî de DYE ajanên xwe hene û muxalîfan dişopînin û tacîz dikin. Tê îdîakirin ku di sala 2017’an de li Washingtona paytexta Emerîkayê êrişa li dijî muxalîfên Tirk û Kurd ên ku Erdogan protesto kirin jî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye organîzekirin. Rayedarên Elman di wê baweriyê dene ku MÎT komên sûc ên li dîasporaya Tirkiyeyê kontrol dike. Her wiha MÎT destekê dide komên terorîst ên li Pakîstan, Somalî û Lîbyayê.

Divê endamtiya NATO’yê nebe mertal

MÎT’ê jî mîna Pasdarên Şoreşê rasterast tevlî gelek çalakiyên neqanûnî bûye. Lê endamtiya Tirkiyê di NATO’yê de divê nebe sedme ku çavê li piştgiriya vê rêxistinê ya ji terorîzma cîhanî re were girtin. Heta roja me ya îro cîhana Rojava li hember xebatên MÎT’ê bêdeng ma. Sedema vê jî dibe ku xwesteka xwe ji qeyrana dîplomatîk a bi Tirkiyeyê re dûr bixe. Lê ev nêzîkatî êdî domdar nabe. Divê Washington, Bruksel û Atîna MÎT’ê wek rêxistina terorê ya biyanî nas bikin û li ser rêxistinê pêkanînan bisepênin. Ger pêwîst bike divê rêvebirên MÎT’ê bên girtin an cezakirin. Dem hatiye ku Rojava îstîxbarata Tirkiyê wek toreke cîhanî ya terorê nas bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.