Gavavêtin dê rêya yekbûna civakî vebike

În 7 Mijdar 2025 - 03:50

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên hiqûqî pêwîst in û got: “Gavavêtin dê rê li entegrasyon, yekbûna civakî û xwişk û biratiya Kurd û Tirkan vebike.” 

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, pêvajo bi gavên şênber ên Tevgera Azadiya Kurd dewam dike. Bala raya giştî ji bo qanûnên entegrasyonê û gavên şênber li hikûmet û dewletê ye. Di vê çarçoveyê de Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê li Stenbolê "Konferansa Demokrasiya Xwecihî" li dar xist û tê de mijarên "Aştiya Bajêr" û "Demokrasiya Xwecihî û Qeyûm" hatin nîqaşkirin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî yê ku beşdarî konferansê bû, gavên ku divê ji bo pêvajoyê bên avêtin û guhertinên hiqûqî nirxand. 

Mehmet Ruştu Tîryakî destnîşan kir ku bidawîbûna pêvajoya pevçûnê bi tena serê xwe jî pêşketineke wisa ye ku dê gelek deriyan vebike û wiha got: “Li gelek deverên cîhanê li ser bingehên cuda şer û pevçûnên navxweyî rûdan. Li wan deran jî gavên bi vî rengî hatin avêtin. Em jî li Tirkiyeyê vê yekê dijîn û di demeke ne pir dirêj de gelek pêşketinên mezin çêbûn. PKK’ê di şert û mercên pir zehmet de kongreyek li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Piştre, gavên cidî hatin avêtin û çek hatin şewitandin. Herî dawî hat ragihandin ku gerîlayên li nava Tirkiyeyê ber ji Tirkiyeyê hatine vekişandin û vekişîn dewam dike. Herwiha hat ragihandin ku ji bo provokasyonek çênebe, li cihên nêzî sînorê Tirkiyeyê jî mewzî hatine valakirin.”

Mehmet Ruştu Tîryakî destnîşan kir ku ew di qonaxa herî girîng a çareseriyê de ne û divê gavên ku dê pêvajoya pevçûnê bi dawî bikin, bên avêtin û wiha pê de çû: “Em behsa qanûnên derbasbûnê yên ku dê bidawîkirina pêvajoya pevçûnê misoger bikin, dikin. Pêwîst e di vî warî de gavek bê avêtin. Heger em bixwazin li Tirkiyeyê careke din pêvajoya pevçûnê çênebe, divê ev gav bên avêtin. Pêwîst e derbarê gerîla û girtiyan de verastkirinek hiqûqî bê kirin. Bi îdiaya PKK’yî ye û propagandayê dike, bi sedan dozên cezayê hene. Ji ber vê gefê bi sed hezaran kes li derveyî welat in. Avêtina pêngaveke derbarê vê de, dê rê li entegrasyon, yekbûna civakî û xwişk û biratiya rastîn a Kurd û Tirkan vebike. Em difikirin ku heke parlamento di mehên Mijdar an Kanûnê de însiyatîfê bigire, dê di vî warî de gav bên avêtin.”

Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku niha serdema budçeyê ye û gotûbêjên têkildarî budçeyê tên kirin, lê di vê serdema budçeyê de jî verastkirinên hiqûqî tên kirin û wiha domand: “Tenê ji bo guhdarîkirinê civînek Komîsyonê maye. Piştî wê dibe ku partiyên siyasî raporên xwe amade bikin. Her partiyeke siyasî amadekariya wê ya derbarê pêvajoyê de heye. Divê parlamento di vî warî de demildest gavekê biavêje; ev gav dê hem baweriya civakî çêbike hem jî aşitîyê civakî bike. Bawer bin piştî ku ev verastkirina hiqûqî çêbû, em ê bikaribin gelek mijaran li vî welatî bi hêsanî nîqaş bikin.”

Mehmet Ruştu Tîryakî bi bîr xist ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê “mafê hêviyê” yên ku hatine dayîn, wiha got: “Li Tirkiyeyê biryara yekem, biryara derbarê rêzdar Ocalan de ye. Ne tenê rêzdar Ocalan, biryareke ku bi hezaran girtiyên di girtîgehan de eleqedar dike. Biryara DMME’ê li Tirkiyeyê ji destûra bingehîn jî bilindtir e. Tenê bi bicihanîna biryara DMME’ê, dikare di derbarê ‘mafê hêviyê’ de gavek bê avêtin..”

MA / STENBOL / YEŞÎM TUKEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.