Gardiyanan êrişî 6 girtiyan kirin

Sêşem 23 Çile 2024 - 03:45

Li Amedê 6 girtî bi hinceta “silav dane” girtiyek din, rû bi rûyê êrişa bi dehan gardiyan û midûrên girtîgehê bûn.

Gardiyanan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Amedê, di 15'ê Çileyê de li 6 girtiyên ku piştî hevdîtina bi malbatan re silav dan hevalên xwe xistin. 50 gardiyan û midûrê yekemîn ê girtîgehê êrişî 6 girtiyan kirin û ew derb kirin. Girtî Huseyin Karahan, Ramazan Yilmaz, Burhan Taş û Xemgin Eleftos ku gardiyanan ew derb kirin, agahî dan malbatên xwe.

Mustafa Karahan ku bi birayê xwe yê girtî Huseyin Karahan re hevdîtin kir, anî ziman ku piştî hevdîtina vekirî, dema vedigeriyan odeyên xwe, Burhan silav daye hevalekî din û piştî wê gardiyanan êrişî wan kirine. Karahan anî ziman ku midûrê yekemîn û duyemîn ên girtîgehê jî tevî gardiyanan êrişî wan kirin û êrîşeke bi plan bû. Mustafa Karahan, anî ziman ku ev êrîş bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got:"Niha girtî di gireva birçîbûnê de ne. Gelek mafên wan ji destê wan hatiye girtin. Ji xwe di nava 4 dîwaran de ne. Divê her kes li girtiyan xwedî derkevin û vê yekê qebûl nekin."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.