Ganz Unten û Kurd

Yeko ARDIL nivîsand —

În 11 Kanûn 2020 - 23:07

  • Gunter ê lehengê nivîsa me herî dawî çi hizir kir em nizanin. Lê misoger wiha gotiye, "Bavo, baştir e ez li ser Tirkan li xebatên xwe bidomînim. Nexwe wê dilê min bisekine!"

Gunter Wallraff êvarekê ji xwe re rûdine û diponije, mitale dike û dibêje: "Min li ser Tirkên li Elmanyayê xebateke girîng kir û ew xebat bû sedema gelek nîqaşan. Ji wê xebatê herî zêde Tirkên koçber sûd wergirtin. Ka ez carekê jî wekî Kurdekî xwe hîs bikim û lêkolînekê jî li ser wan bikim."

Bi wê biryarê serê sibê ji malê derdikeve. Li eywanê li rastî malbata cîran a Kurd tê. Jin û mêr û zarokên wan bi hev re ne. Reng û rûyên wan melisîne û di nav xebariyê de xerq bûne. Gunter pirsa halê wan dike û hîna ji destpêkê ve li pirsa xwe poşman dibe. Malbat mîna komeke ji gotinbêjan pêkhatî pêşî bav dest pê dike û dûv re, jin û wisa jî zarok Elmaniya wan a nîvçê teman dikin. Ew sibe lêkolînerê Elman bi çîroka komkujî û barbariya dewleta Tirk, Sûriye û Îranê careke din dihese û ew nûçeya dagirkirina rojavayê Kurdistanê di hiş û bîra wî de nû dibe. Di dawiya sohbetê de bav ji tûrikê xwe komek kaxed derdixe û dibêje: “Bi ser hemû derd û kulan re divê ez vana bidim xwendin û bersiva wan jî ji saziyên dewletê yên têkildar re binivîsim û va ye tu Elmaniya min jî dibînî. Ka ez çi xweliya heft gundan li serê xwe bikim!"

Gunter ji wir bi reverev xwe berdide ser kolana ku gelek qehwexane û dikanên Tirk û Kurdan lê hene.

Di deriyê dikanekê re dikeve hundir û li rastî pevçûnekê tê: “Mêrê navsere yê kirêdar bi ser firoşkar de diqîre û dibêje, "Kuro tu çawa bi Tirkî nizanî?!" Firoşkar bi Elmanî bersiva wî dide: “Ji xwe re bi edeb be. Ez ne Tirk im û ev der Elmanya ye. Dikarî bi min re bi Elmanî biaxivî." Gunter ku êdî bi Tirkî jî fêm dike û piçekî jî dikare biaxive, dikeve navberê û ji yê Tirk dipirse ka mesele çi ye. Yê Tirk bi doza xwe bawer e û dibêje: "Ev yamyam dibêje, ez Kurd im, û bi Tirkî nizanim. Kurdek çawa bi Tirkî nizane! Ma bi serê kê dikeve?"

Ji wir derdikeve di nav ponijandinan de ji bo kirîna destmaleke kaxez dikeve dikaneke din û çi bibîne. Li wir jî xirecireke din li dar e. Vê carê herdu alî jî Kurd in û yê karsaz bi ser karkerî de diqîre: "Law min sed carî ji we re got. Li nav dikanê bi Kurdî nepeyivin. Ma hûn dixwazin mala min xera bikin! Mane hûn dizanin heger Tirk peyveke Kurdî jî bibihîsin nema tên vê dikanê!"

Karkerê di tengasiye de bi şermînî bersiva wî dide: “Hêja, welle bille em bi Kurdî napeyivin. Ew yê kirêdar Kurdê Suriyeyê bû, bi Tirkî nedizanî û ji neçarî min bersiva wî da. Yê Tirk jî hema tûrîkên xwe avêtin ser masê, di ber xwe de kir pilepil û çû. Ma sûcê min çi ye?"

Ji wir xwe berdide metroyê û li quncikekê rûdine. Li aliye din bav û kurek rûniştî ne. Bi Kurdî diaxivin. Kesê li hemberê wan jî mîna ku çavdêriya wan bike wisa bi baldarî li wan dimeyizîne. Bîstekê bi şûn ve ji herduyên ku bi Kurdî diaxin, dipirse: “Ew lawik bi Tirkî nizane gelo? Bav dibêje, “Na, nizane." "Çima?" Bav: "Ma ez mecbûr im bersiva te bidim?","Tu ne mecbur î lê tiştekî nebaş e ku hûn li Elmanyayê eslê xwe wenda dikin. Ew zarok bêyî Tirkiyê wê seqet mezin bibe." Demek şûnde radibin hev. Gunter dikeve navberê yê Kurd dibêjê. "Dibînî nivîskarê herî jîr. Em ji destê wan direvin, welatê xwe diterikînin û li vir jî nahêlin em bi rehetî bi zimanê xwe biaxivin. Ma em biçin fezayê?!"

Li gel tevahiya dijwariyan jî nivîskar bi biryar e û vê carê rêya xwe bi şaredariyê dixe. Li wir jî Kurdek û berpirsyarek di sînga hev de ne. Yê Kurd dixwaze di qeyd û nasnameya wî de "Kurd" bê nivîsandin û karmend qebûl nake, "Mixabin em nikarin binivîsin. Lewra hûn ne xwedî dewlet in. Her kes bi welat û dewleta jê hatî tê pênasekirin."

Gunter cardin li ser kolanê ye û li rastî xwenîşandanekê tê. Bi sedan jin, mêr û zarok jî di nav wan de diqîrin. Kêlîkê li wan temaşe dike û ji nişkeve polîs mîna boxeyên Spanî yên çav bi rengê sorê ketîn, bi nav girseyê dikevin. Al û remzên wan, jin, mêr û zarok û heta erebeyên pitikan jî li ber lingên polîsan belawela dibin. Polîs bi ser de jî diqîre, "Kurdino, hûn ji bo Rojava dimeşin. Nabe hûn wêneyên Ocalanî bidin nîşan."

Gunter dawiyê digihije pêş parlamentoya Elmanyayê. Li wir jî komek Kurd li hev civiyane û pakêtên qirase li ber wan bi kelecan li benda bersivekê ne. Yê berpirsyar bi kinahî jê re rave dike, "Me xwest li Elmanyayê jî mîna gel û miletek mafê me hebe û em bi fermî bên naskirin û ji me re Ereb, Faris û Tirk nebêjin. Ji me xwestin em 60 hezar îmzeyan kom bikin. Me bi qasî 70 hezarî berhev kirin. Lê dîsa jî gotin, "Em nikarin nasnameya we ya neteweyî qebûl bikin!"

Gunter ê lehengê nivîsa me herî dawî çi hizir kir em nizanin. Lê misoger wiha gotiye, "Bavo, baştir e ez li ser Tirkan li xebatên xwe bidomînim. Nexwe wê dilê min bisekine!"

Vêca hûn bêjin, gelo li Elmanyayê yên herî bindest kî ne?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.