Sînemaya Kurdî li Dusseldorfê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:23

  • Festîvala Filmên Kurd a Yekem a Dusseldorfê ku ew ê di 25’ê meha Nîsanê de dest pê bike, hewl dide sînemaya Kurdî bigihîne temaşevanên sînemayê yên Ewrûpî. Di bernameya festîvalê de qederê 30 filmên Kurdî hene. Festîval her wiha dêhn bala xwe dide ser Êzidiyan û filmên li ser wan hatine çêkirin jî nîşan dide.

Festîvala Filmên Kurd a Yekemîn a Dusseldorfê (DKFF) 25'ê Nîsanê destpê dike. Festîval ji aliyê Art Records ve tê lidarxistin û wê heta 28'ê Nîsanê dewam bike. Di festîvalê de wê zêdeyî 30 fîlmên demkurt û demdirêj, dokûmander li du sînemayên cuda (ÛFA Palast û Metropol) bêne nîşandan.

Di festîvalê de wê gelek filmên li ser peywendên çandî, bawerî, civakî, siyasî û dîrokî yên civaka Êzîdî hebin. Organîzatora festîvalê, yanî koma sînemayê ya Art Media yê da zanîn ku armanc û ruhê festîvalê ew e ku "projeyên wiha yên çêkerên filman li pêş bigire yên ku li ser fermanên li dijî Êzîdiyan û baweriya wan in û li gorî jiyana civakî ya Êzîdiyan teşe digirin." 

Festîvala Filmên Kurd a 1'an a li Dusseldorfê tê payin ku bi beşdariyeke girseyî dest pê bike. Yek ji armancên din ên Festîvala Fîlmên Kurd ew e ku hunera sînema Kurd bigihîne temaşevanên sînemayê yên Ewrûpî.

Festîval bi ‘Rojbash’ destpê dike

Festîval wê bi filmê "Rojbash" ê bi derhêneriya Ozkan Kuçuk dest pê bike. Film behsa serhatiya komek şanogerên Kurd dike. Ev şanoger hewl didin lîstikeke şanoyê ya beriya bi 25 salan hatibû nîşandan ji nû ve li ser dikê nîşan bidin. Film wê bi vî awayî promiyera xwe ya Ewrûpayê jî li vê festîvalê bike. Di nava filmên li ser babetên elaqedarî Êzîdiyan de temaşevanên filman wê derfetê bibînin li van filmên muhim ên sînemaya Kurdî temaşe bikin: ‘’Nameyên Ji Şengalê’’, ’’Hêza’’, ’’Melaîketên Şengalê’’, ’’Evîn Di Rûyê Qirkirinê De’’, ’’Ez edaletê Dixwazim’’‚ ’’Keçên Rojê’’. Wekî din di festîvalê de wê gelek filmên ji çar parçeyên Kurdistanê û ji seranserê dinyayê jî bên nîşandan. Di nava van filman de wê filmên xelatgir jî hebin, weke filmê Soleen Youssef ê bi navê "Sieger Sein“, filmê Mano Xelîl ê bi navê "Cîran", filmê Rêger Azad Kaya yê bi navê "Gava Şitil Mezin Dibin“. Her wiha di bin çavdêriya komek serbixwe ya jûriyê ya ji 3 kesan pêk tê, ji bo kurtefîlmên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatine hilbijartin, 4 xelatên cuda weke teşwîq tên dayîn.

30 film tên nîşandan

Di festîvala filman de bêhtirî 30 film, kurtefilm û belgefilmê wê bên nîşandan û perspektîfeke berfereh a li filmên Kurdî wê bê avakirin. Xelk dikare 4 rojan li du holên cihê yên sînemayê li hola Ufa Palast û li hola Metropolê li filman temaşe bike. Di dema festîvalê de wê çalakiyên din ên çandî jî hebin yên weke xwendin û danasîna kitêban, pêşangehên resm û wêneyan û panela "Di sînemaya Kurdî de zimanê Kurdî“.

Ji xeynî filmên ku me navê wan li jor hilanî filmên tên nîşandan ev in;

* Berbû: Sevinaz Evdikê 

* Bihar: Cemile Şahin 

* Gava Sitil Mezin Diben: Rêger Azad Kaya 

* Ra: Devrim Tekinoglu 

* Hawagê Kilamo - Xidir: Hasan Saglam

* Kaf Kaf: Metin Dag

* The Taste Of Water: Ebrahîm Saeedî 

* Rojek: Zaynê Akyol 

* Bilûra Nişo: Sedat Kıran 

* Eren: Maria Binder 

* Jinwar: Nadya Derwiş

* GotûbêJin: Nimet Gatar 

Filmên kurt:

* Sêv: Mehmet Acaruk 

* Knokoushten ba Shewazi Nietdshe: Payam Kurdistani 

* Distan: Abdurrahim Karabulu-Mahsun Celayir 

* Çerx: Metin Ewe 

* Jiyan: Akbar Shahbazi 

* Navnîşan: Aram Dildar 

* Rewşen: Musab Tekin 

* Batirsok: Firat Erez 

* Sterka Li Ser Xetê: Berivan Saruhan 

* Russian Vodka: Seyed Payam Hosseini 

* Xewn: Gulê Welat 

* Aforoz: Yılmaz Özdil 

* Firmeskên Ava Zê: Halil Dag

Ji bo agahiyên berfereh ên li ser festîvalê û bernameya wê ya kite bi kite, ji kerema xwe biçin serdana malpera festîvalê: www.dkff.de

Armanca festîvalê, bike ku kesên hez ji huner û sînemayê dikin, ezmûneke ji bîr neçe bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.