• Wallraff tebdîl-î qiyafet dike û li deverên cûr bi cûr yên Elmanyayê bi navê Tirkekî karker dixebite. Hemû serpêhatiyên xwe di pirtûka xwe ya navbirî de dinivîsîne. Di encamê de têkiliya navbera Tirk û Elmanan derdixîne holê.

Peywendiya ji bo pirtûka Peter Schaber ya li ser fîlozofiya siyasî ya birêz Abdullah Ocalan bêguman cihê dilşadiyê ye. Pirtûk bi Elmanî hatiye nivîsandin. Xebatên bi vî rengî berê jî hatibûn kirin, lê nivîskar pirtûka xwe weke destpêka nasîna ramanên Ocalan bi nav dike û wiha dibêje: "Xebatên berê hatibûn kirin, weke berhemên pirr stûr derçûbûn. Min xwest berhemeke bi rehetî bê xwendin û sûd jê bê girtin, amade bikim."
Çapa yekê ya pirtûkê di demeke kin de qediyaye. Weşanxaneya Unrast-Verlag kitêb weşandiye û niha ji bo çapa nû jî amade ye. Nivîskar Schaber peywendiya germ a ji bo pirtûkê jî wiha şirove dike: "Helbet peywendî û elaqeya ji bo pirtûkê ne ji bo min e. Ji bo xwesteka ji nêz ve nasîna ramanên Ocalan e." 
Li ser vê mijara pirtûkê, me bi kinayî li gel dostekî Elman gotûbêj kir. Dostê ku xwe gelek nêzî Ocalan û Tevgera Azadiyê dibîne, di mercên zindanî de û hela di zindanên dewleta Tirkî ya barbar de afirandina ramanên wiha pirr girîng dibîne. Û wiha lê zêde dike: "Rêber Ocalan di mercên binaxê de ango di gorekê de karî wê fîlozofiyê diyarî gelê Kurd û mirovahiyê bike. Niha cîhana serdest a kapîtalîst xwe li wî kerr dike, lê nêz an jî dûr wê misoger bandora xwe li pirraniya cîhanê bike." 
Dubarekirina girîngiya xebatên bi vî rengî ne hewce ye, lê gelo heta niha di vî warî de pirtûkxaneya Kurdî gihiştiye asta pêwîst yan jî na? Mixabin em nikarin bi dilxweşî bersiveke erênî bidin. Lewre, her kes jî baş dizane ku berhemên wiha kêm in û hîna gelek pêdivî bi pirtûk, film û xebatên cûr bi cûr yên agahdariyê hene. 
Gelê Kurd weke gelekî derengmayî derketiye ser meydana dîrokê, pirralî hewcedariya wî bi ragihandin û agahdarkirineke rastîn heye. Dibe ku hind kes li dijî vê nêrîne derkevin û bibêjin: "Ma Kurd dereng mayî ne, yan jî dereng hatine hiştin?" Lê her çi û çawa dibe bila bibe, rastiya babetê naguhere. Çawa tê gotin ku: "Cîhan serê xwe naêşîne ji bahoz û bagerên bi serê te de hatine. Te keştiyek gihandiye cihê pêwîst yan na?" Ev e encama tê xwestin. 
Divê em di vê mijarê de li xwe mikur bên û qebûl bikin ku bi giştî li Ewrûpayê û bi taybetî jî li Elmanyayê pêşketineke me ya berbiçav nîne. Kurd jî bi qasî Tirkan û gelek miletên din li Ewrûpayê kevin in. Eger mirov hatina Şerîf Paşa û birayên Bedirxanî jî di di nav de bihesibîne derdikeve holê ku ev destpêk heta bi ku derê xwe digihîne.  
Helbet Tirk her dem bi derfetên dewletî tevgeriyane. Mirov nikare mercên xwe û wan bi hev re muqayese bike, lê bi taybetî piştî derketina Tevgera Azadiyê derfetên dewlemend li pêş Kurdan jî afirîn. 
Nivîskar û lêkolînerê Elman, Gunter Wallraff ku xwediyê xebata herî girîng a li ser Tirkên li Elmanyayê ye, di nirxandineke xwe de dibêje, "Li gorî min civaka Tirk a li Elmanyayê gelek serbixwe ye. Nifşên duyem û sêyem pirr bipêşketî ne. Keda xwe tevli civakê dikin û awayekî nû yê jiyanê jî pêşkêş dikin." Walfraf xetera mizgeftên Tirkan jî tîne ziman û rewşa îslamîbûna siyasî ya li Tirkiyeyê jî weke astengeke mezin dibîne.  
Baş e, çima nêrinên Wallraff girîng in? Di sala 1985´an de pirtûka wî Ganz Unten (Herî jêr an jî Yên li herî jêr) derket û bû mijara gelek nîqaşan. Wallraff tebdîl-î qiyafet dike û li deverên cûr bi cûr yên Elmanyayê bi navê Tirkekî karker dixebite. Hemû serpêhatiyên xwe di pirtûka xwe ya navbirî de dinivîsîne. Di encamê de têkiliya navbera Tirk û Elmanan derdixîne holê. Pirtûk wê demê ji aliyê gelek Elmanan ve bû armanca tîrên rexneyî, lewra "Alî Sinirlioglu" yê Tirk li gel ku baş bi Elmanî jî dizane di dema kar de, di dema bêhnvedanê de, li kolanan û heta li aşxaneyê jî li rastî nijastperestiyê tê. Di ti warên jiyanê de wî weke mirov nabînin. Pirtûka wî bû armanca nerazîbûnên dijwar lê dîsa jî li ser civaka Elman bandoreke demdirêj hişt. Jixwe, ji bo Tirkan ku bi hosteyî dikarin xwe weke kesên herî serdest bidin nîşan lê gava qîma wan neyê yekser li ser postê derwêşiyê rûdinin jî bû nîmeteke ku bi hêsanî nayê peydakirin. 
Niha êdî Tirk ne ew Tirk in. Gelek caran mirov dibe şahid ku gava Elman bi rexneyî behsa wan dikin, demildest li dora xwe dinêrin. Ji ber ku êdî Tirkên vê derê baş bi zimanî dizanin, hiqûq û mafên xwe yên li vî welatî nas dikin, di warên cûr bi cûr yên jiyanê de bi bandor in. Ji siyasetê bigire, heta bi çapamaniyê, heta bi sporê li gelek cihan navên Tirkî li ber guhên mirovan dikevin. TV´yên Elmanî vekin, misoger wê çend ji bêjer û bernameçêkerên esil Tirk we pêşwazî bikin. Pêşketina ku Wallraff ji bo Tirkan "mûhteşem" dibîne jî ev e. 
Helbet hemû nêrînên wî ne maqûl in, nexasim derbarê Tevgera Azadiyê de mîna Tirkekî hizir dike. Mirov dikare bibêje ku xwe ji nasnameya "Alî Siniroglu" rizgar nekiriye, lê mirov nikare xwe li wê berhemê jî kerr û kor bike. 
Babeta pirtûkan girîng e. Em bi vê mebestê nivîskar Peter Schaber pîroz dikin. Heftêya bê divê em li ser rewşa Kurdan bisekinin û Ganz Unten (Herî Jêr) yên Kurd piçekî lêkolîn bikin.