Fikir nayên hepskirin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 10:53

Bi daxwaza ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ di asta cîhanî de kampanyayek di 10’ê Cotmehê de hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de roja 10’ê Kanûnê weke ‘Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanî-Global Ocalan Books Day’ hate ragihandin. Bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanî, li giştî cîhanê wê li 160 navendan pirtûkên Ocalan bên xwendin.

Beşdarên kampanyayê bi bîr xistin ku 75 sal di ser re derbas bûye ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanî qebûl kiriye û wan got, “Lê ti roj nîne ku li Kurdistanê û li cihên din ên cîhanê, mafên mirovan bi sîstematîk neyên binpêkirin. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan ê teorîsyenê herî girîng ê Tevgera Azadiya Kurd ku li girava Îmraliyê dîl tê girtin, mînaka vê yekê ya herî li herî jor e.”

 

Tevî tecrîdê jî îlhamê dide

Beşdarên kampanyayê îşaret bi wê yekê kirin ku saziyên weke CPT, Konseya Ewrûpayê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, tevî ku qutkirina têkiliyan a bi cîhana derve re weke êşkence qebûl kirine jî, li hemberî pêkanîna tecrîdê erkên xwe yên tedbîran, tevî gelek daxwaz û agahiyên hene, bi cîh naynin û wan got, “Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan, em ji her kesî/ê dixwazin di roja 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanî, ku tevlî çalakiyên Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanî bibin. Azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de serwerbûna çareseriya siyasî ye li şûna tecrît, zext û şerê di tekoşîna azadiya ya civaka Kurd de. Tevî ku nivîs û felsefeya siyasetê ya Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên desthilatdar tên tecrîdkirin û reşkirin jî, li temamê cîhanê ji aliyê hêzên civakî tên nîqaşkirin û pêkanîn. Ev fikir, îlhamê didin întellektûelan, kesên xwedî fikrên azad, mirovên zanistê, karkeran, aktîvîstan, hunermendan, sendîkavanan, tevgerên civakî, siyasetvan, malbat û tevahiya civakê. Nivîsên Ocalan di zindanê de nivîsîm, ji bo azadiya jinê, tevgera azadiya ya ku navenda xwe demokrasî û ekolojî ye, vîzyoneke xurt e. Nihêrînên Ocalan ên ne hiyerarşîk in, derbarê şêwazên rêxistinê yên civaka demokratîk in, layiqê wê tiştê ye ku herkesên bi hizirandineke civakî yan jî jinûve avakirina civakî ya li gorî perspektîfên femînîst û ekolojîk elaqedar dibin, bi baldarî bifikirin. 

 

Pirtûkên wî wergerandin zimanin din

Di malpera ‘Ocalanbooks.com (https://ocalanbooks.com)’ de ku tê de pirtûkên Abdullah Ocalan wergerandine zimanên cihêreng, mirov dikarin xwe bigîhînin pirtûkên Abdullah Ocalan ên bi zimanên Kurdî, Ingilîzî, Flamanî, Danîmarkî, Tirkî, Tamîlî, Katalûnî, Swêdî, Yewnanî, Baskî, Koreyî.
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.