Festîvala Zarokan li Minbicê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Îlon 2024 - 00:51

Festîvala 5ʹan a Şahiya Zarokatiyê di 1ʹê Îlonê de li kantona Reqayê dest pê kir û 3 rojan dewam kir. Di her sê rojên festîvalê yên li Reqayê de bi beşdariya 150 zarokan çalakiyên hunerî, çandî û lîstokî hatin pêşkêşkirin.

Di roja 4ʹan de festîval li kantona Tebqayê hat organîzekirin. Di çalakiyê de komek çalakiyên hunerî yên curbecur mîna stran, dîlan, şano û xwendina helbestan hatin pêşkêşkirin. Komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û komên Navenda Çandê ya kantona Reqayê ev huner pêşkêş kirin.

Di roja 5ʹan de festîval li kantona Minbicê bi beşdariya xelkê kantonê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, xet û meclisên sivîl hat lidarxistin.

Di çalakiyên roja 5ʹan de ji hêla komên Navenda Çandê ya kantona Reqa û komên Şehîd Hevrîn Xelef û Koma Komeleya Çeçen ên kantona Minbicê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Ji bo spaskirina kedên Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê têkildarî lidarxistina festîvalê de Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê ew xelat kirin.

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.