Festîvala 9’emîn ya Hinar û Payîzê ya Helebce bi beşdariya zêdetirî 700 cotyar û xwediyên kar, li park û bajarê Yarî yê Helebce destpê kir û wê 3 rojan berdewam bike. Ji sedan 50’ê festîvalê taybet ji bo hinar û berhemên xwemaliye, nîva din jî ji bo karên dest û xwarinên Kurdaweriyê ye.
Her sal di rêjeyek zêde de mêhvan ji navxweyî û welatên cîran, balyoz û konsolên welatên cîhanê serdana festîvalê dikin.
Ji sedan 50’ê festîvalê ji bo hinar û berhemên xwemalî yên di dema xwe de çêbûne, nîva din jî ji bo karên dest, xwarinên Kurdewariye, li gel wan gûzên Hewreman, tû, sirke, hingiv, doşav û berhemên din ên herêmê dê werin nîşandan.
Di sala borî de li Helebceyê nêzîkî 11 heta 12 hezar ton hinar hate hilberandin. Li gorî organîzatorên festîvalê diyarkirin, berhemê hinar ê îsal gelek baş e û dikarin li gel bazara navxweyî dikarin bişînin derve jî.
Li Helebceyê 9 hezar donim zeviyên hinaran hene, ger ji sedan sed berhem were derxistin, salane nêzîkî 30 hezar ton berhem derdikeve.
Par Festîval di 24-25’ê Mijdarê de hatibû kirin ku zêdetirî 300 hezar kes serdana festîvalê kiribû. Îsal tê pêşbînîkirin ku heman hejmar yan jî zêdetir serdana festîvalê bikin.
ROJNEWS/HELEBCE