Festîvala Hinaran a Helebce

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 29 Cotmeh 2022 - 03:48

700 kes bi berhemên xwe yên çandiniyê û karên xwe yên dest tevlî Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce bûn.

Heşt sa lin, her sal li parêzgeha Helebce Festîvala Hinar û Payîzê tê lidarxistin. Festîvala îsal pêr dest pêkir. Serokê Tora Rêkxirawan Erselan Abid derbarê festîvalê de axivî û got: “700 berhemhêner, bazirgan, baxvan û jinên destrengîn, 500 yekeyên xizmetguzariya bê beramber ji wan re hatine danîn ta ku bikarin berhemên xwe têde nîşan bidin.”

Erselan Abid destnîşan kir ku budceya îsal a festîvalê ji aliyê wezareta çandiniyê ve hatiye dayîn. Erselan got, “Esas ev festîval, festîvala hinaran e, lê piraniya berhemên xwemalî û xwezayî yên sinorê parêzgeha Helebce di festîvalê de hatine nîşandan. Her çiqas rêjeya berhemê hinaran îsal kêm be jî, di warê qalîteya xwe de gelek baş in.”

Erselan diyar kir li gor salên borî rêjeya kesên serdana festîvalê dikin jî gelek zêde ye. Erselan da zanîn ew pêşbînî dikin di nava sê rojan de 100 hezar kes serdana festîvalê bikin.

Baxvanê bi navê Awat Ezîz jî bi hinarên xwe tevlî festîvalê bûye. Awat got: “Heşt salin tevlî vê festîvalê dibim, berhema îsal kêm e, lê cûrê wan gelek baş e. Du salên borî ji ber nexweşiyê hinarên me xira dibûn.”  

8. Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce îro bi dawî dibe. 

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.