Festîvala Hamburgê sibê dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Cotmeh 2021 - 23:40

  • Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê ya 12’an îsal di navbera 28’ê Cotmehê û 3’ê Mijdarê de li dar e. Festîval diyarî derhêner Rahîm Zahîbî hat kirin, wê li Rojhilatê Kurdistanê sala 2018’an wefat kiribû. 

ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê ya 12’an îsal di navbera 28’ê Cotmehê û 3’ê Mijdarê de li dar e. Festîval diyarî derhêner Rahîm Zahîbî hat kirin, wê li Rojhilatê Kurdistanê sala 2018’an wefat kiribû. 

Festîval dê sibê saet 18:30 yan de bi filma derhêner Şewket Emîn Korkî yê nû “The Exam” (Ezmûn) dest pê bike. Mijara film gendeliya li Başûrê Kurdistanê ye.

Her wiha di şeva destpêkê de hunermendên Kurd Pervîn Çakar û Ertan Tekîn jî wê li ser dikê bin û konserekê bidin. 

Di dema festîvalê de wê her wiha sohbetên bi derhêneran re jî hebin. Rêveberê festîvala Filmên Kurdî ya Londonê Ferhan Stêrk moderatoriya panela “Li 4 parçeyan sînemaya Kurdî” dike, derhêner Shawkat Amin Korki, Îbrahîm Şahidî, Haşim Aydemir û Ekrem Heydo beşdar dibin. Di beşa “Berhemên dîrokî yên li Kurdistanê tên xirakirin” de jî arkeolog Mesût Alp beşdar dibe.

Mêvanên sohbeta bi navê “Li Kurdistanê jidestdana nasnameya hawîrdor û dîrokê” wê Veysî Atay û Mesût Alp bin.”  

Di festîvala îsal de beşeke taybet ji bo Rojhilatê Kurdistanê heye. Ev beş diyarî derhêner Hakkar Abdulqadir hatiye kirin.

Derhêner beriya hefteyekê ji ber vîrusa koronayê wefat kiribû.  

Di festîvalê de îsal wê di beşa kurtefilman de jî xelat bê dayîn.

Derhêner elaqedar in 

Li ser navê komîteya amadekar a festîvalê Bilal Bulut got, îsal 130 filman miracaetî festîvala wan kiriye û ew ji ber vê elaqeya derhêneran razî ne. Wî da zanîn ku wan tenê karî cih bide 43 berheman û wiha dewam kir: “Ya dilê me ew bû ku em hemû berheman pêşkêşî hezkerên sînemayê bikin. Lê em neçar bûn ji nava 130 berheman bineqînin. Bi vî rengî filmên metrajdirêj, kurtefilm, belgefilm, filmên zarokan û anîmasyon jî di navê de me 43 berhem neqandin.’’ 

Hevpariya bi festîvalên din re

Bulut wekî din got, wan hewl daye hevkariyê bikin bi festîvalên din re: “Di çarçoveya xebatên amadekariyê de Yaser Irmak xwe da ber wezîfeya Rêveberiya Festîvalê. Wî festîvalên li gelek welatên dinyayê şopandine, û daxwaza me ya hevpariyê ragihand. Me awayekî xebatê yê kolektîf ji xwe re kir esas. Me encamên wê jî bi dest xistin.”

Navnîşana festîvalê, Kîno 3001 e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.