Fermandar Sabrî Bagok şehîd bû

Duşem 15 Çile 2024 - 02:30

HPG'ê fermandar Sabrî Bagok ku 14'ê Çileya 2020'an şehîd bûbû, bi rêzdarî bibîr anî. HPG'ê got, "Hevrê Sabrî ku girêdayî Rêbertiye û di rêgez û pîvanên Partiyê de ti carî tawîz nedaye, rêgez û pîvan di kesayeta xwe de bi jiyanî kir." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:"Em di salvegera şehadeta milîtanê fedaî yê Rêber Apo, şervanê leheng, şoreşgerê mezin fermandarê me yê hêja hevrê Sabrî Bagok bi rêzdarî bibîr tînin. Hevrê Sabrî ku meşa xwe ya şoreşgerî li ser bingeha herî watedar û rast a li gorî perwerdehiya ji Rêber Apo wergirtî destpê kir, heta nefesa xwe ya dawî 26 salan di xeta Rêbertî de têkoşîna azadiyê bi rengekî serkeftî meşand. Ji bo berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne ji Mêrdîn heta Gabarê, ji Zap heta Qendîl û Xakûrkê li gelek herêmên Kurdistanê, kedek mezin da. Hevrêyê me Sabrî ku ji bo azadiya gelê me û mirovahiyê bênefes têkoşiya, ji bo mezinkirin û parastina nirxên gelê me mohra xwe li serkeftinên girîng daye û di pêşketina têkoşîna me ya azadiyê de roleke bi bandor lîst. Kesayeta mînak a hevrê Sabrî, milîtaniya Apoyî, fedakariya wî, hevrêtiya ji dil û jêhatîbûna fermandariya wî, wê her tim ji aliyê hevrêyên wî ve mînak bê girtin û ji bo  armancên wî têbikoşin û vê têkoşînê bi Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ve tacîdar bikin. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê xwe yê şehîd, em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.’’

Hevrê Sabrî Bagok di nava malbateke welatparêz li navçeya Mîdyat a Mêrdînê hat dinê. Di sala 1993'yan de tevlî nava refên PKK'ê bû. Hevrê Sabrî ku girêdayî Rêbertî bû û di prensîb û pîvanên Partiyê de ti carî tawîz neda, hem prensîb û pîvanên girîng di şexsê xwe de da rûnişkandin û hem jî li derdora ku lê van pîvanan parast û ji bo pêkanînê pêşengî kir. Li dijî nêzîkatiyên takekesî yên modernîteya kapîtalîst ku nirxan ji holê radike, her tim bûye xwedî helwest û ji bo mezinkirina nirxên civakî têkoşiya. Bi parastina nirxên manewî û madî, erkên xwe yên milîtaniya Apoyî bi cih anî. Di pratîkê de gav bi gav xwe ava kir û bû fermandar, di jiyana ku her tim bi hevrêyên xwe re bû, weke kedkar, mirovekî fedekar û milîtanekî pêşeng hate naskirin.”

Agahiyên derbarê hevrêyê me Sabrî Bagok bi vî rengî ye:

Sabrî Bagok (Yahya Dûman), li Mêrdînê jidayîk bûye, 14’ê Çileya 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.