Fermandar Mordem şehîd bûye

Sêşem 6 Îlon 2022 - 01:53

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, yek ji fermandarên gerîla Mordem Botan Dilbirîn ê Îlona 2017'an li Botanê şehîd bû, bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê gop, "Ewladê leheng ê xelkê Botanê, milîtanê Apoyî û fermandarê leheng ê têkoşîna me, hevrêyê me Mordem Botan Dilbirîn 5'ê Îlona 2017'an li Botanê şehîd bû. Em ewladê bijarte yê xelkê me yê Botanê û fermandarê fedaî hevrêyê xwe Mordem di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin.”

HPG´ê ji bo şehîd Mordem Botan Dilbirîn got, “Hevrêyê me Mordem li gundê kevnar Navyana Şêxan ê li quntara Çiyayê Pîro li herêma Besta ya Botanê ji dayik bû. Hevrêyê me Mordem li nava malbateke şêx ji dayik bû. Deh salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, lê belê dît ku dibistan ji bilî ferzkirina qirkirin û asîmîlasyonê li ser gelê me bi kêrî tiştekî nayê û dest ji dibistanê berda. Di heman demê de ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê karê milîstiyê kir. Çi kar dikir jî çiqasî hewl dida jî timî dixwest ji bo gelê xwe û welatê xwe hîn bêhtir bike. Dijmin bi vê hewldan û sekna şoreşgerî ya hverêyê me Mordem hesiya û sala 2008'an ew girt û xist zindanê. 

 

Ji mîmarên berxwedana xwerêveberiyê bû

Piştî ku ji zindanê derket, sala 2014'an li herêma Bestayê bû gerîla. Bi têgihiştina xwe ya Apoyî, kesayetiya xwe ya têgihiştî, karakterê xwe yê çiyayî û dilê xwe yê bi coş yekser hînî jiyana gerîla bû.

Hevalê me Mordem wekî zarokekî xwedî rûmet û esil tehamul nekiriye ku gelê me were qetilkirin û gelê me di bin êrişên faşîzan ên dewleta Tirk were eciqandin. Hevrê Botan çûye Şirnexê.

Heval Mordem tevlî pêvajoya berxwedanê ya ciwanan û gelê Şirnexê bû û bi mîsyona şoreşgerî ya nasnameya ji malbatê tê û ya civakî tevgeriyaye. Ji ciwanên Botanê re hem pêşengtî kiriye û hem jî tevlî pêvajoya geşedana YPS’ê bûye. Dewleta Tirk ji bo şikandina Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê bi tankan bajar bomberdûman kir û teror kir. Berxwedêrên YPS’ê jî di van şertên dijwar de hêzên herî bijartî yên artêşa Tirk û dewleta Tirk tesfiye kirin. Heval Mordem ê ku yek ji mîmarê Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê bûye û yek ji kedkarên mezin bû, pêşengtî ji vê pêvajoyê re kiriye, gelên Şirnexê jê hez û bawer kirine.

Heval Mordem piştre berxwedana xwe li herêma Besta daye domandin, li çiya, bajar û deştan derbên giran li artêşa Tirk xistiye. Heval Mordem di êrişa artêşa Tirk a di 5’ê Îlona 2017’an de şehîd bûye. 

Em ser saxiyê dixwazin ji malbata hêja û welatparêz a heval Mordem a Şêx, ji gelê Botanê û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re."

Agahiyên li ser nasnameya şehîdî wiha ne:

- Mordem Botan Dilbirîn (Azîz Kûtlû) ê li Şirnexê şehîd bûye kurê Nesîme û Ebdurrahman, 5’ê Îlona 2017´an li Botanê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.