Fermandar li Skandîvyayê hatin bibîranîn

Yekşem 21 Tebax 2022 - 21:33

  • Endamê Rêveberiya KODAR’ê şehîd Rêzan Cawîd û şehîd Rênas Roj li paytexta Swêdê Stockholmê û li paytexta Norwêcê Osloyê hatin bibîranîn.

Endamê Rêveberiya KODAR’ê şehîd Rêzan Cawîd û şehîd Rênas Roj li paytexta Swêdê Stockholmê û li paytexta Norwêcê Osloyê hatin bibîranîn. Di merasîman de soz hat dayîn ku “ewê” li ser rêya şehîdan bin.

Bi pêşengiya meclîsa PJAK û KJAR’ê, şehîd Rêzan Cawîd û şehîd Rênas Roj li Stockholmê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Her wiha têkoşer û fermandarên weke Bêrîvan Zîlan û Sosin Bîrhat jî hatin bibîranîn.

Bi sedan Kurdên ji her çar aliyên Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Hola bibîranînê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, têkoşer û şoreşgerên Kurd Rêzan Cawîd û Renas Roj hatibû xemilandin. Beşdaran di merasîmê de timî “Şehîd Namirin”, “Bimire xiyanet” got. Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna herdu fermandaran hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê, di merasîmê de ev peyam hate dayîn: “Îro pêşengên Kurd ku li beşên cuda ên Kurdistanê fermandartiyê dikin, ji ber têkoşîna xwe dibin armanca êrişên dijmin. Lê, gel di nava xwe de yekîtiyeke neteweyî ava kiriye. Ev yek ji bo gelê Kurd pirr giring e."

Bi pêşengiya Komîteya PJAK û KJAR’ê, ji bo bibîranîna şehîd Rêzan Cawîd û şehîd Rênas Roj li paytexta Norwêcê Osloyê jî merasîmek hat lidarxistin. Têkoşer û fermandar Bêrîvan Zîlan û Sosin Bîrhat jî hatin bibîranîn.

Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna her du fermandaran hate nîşandan. Piştre Siyasetvan Celalettîn Delîbaş jî li ser şehîdan axivî û bal bire ser gotinên dayîka Rêzan Cawîd.

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.