Fermana dawî yan jî serdema azadiyê

Nûçeyên Forum

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 22:12

  • Di demên dawî de li dijî Şengalê hejmarek gotar, nûçe û analîz hatin nivîsandin û pirraniya wan bi rewşa germ a siyasî ve girêdayî bûn.

MERWAN ZERDEŞT

Di demên dawî de li dijî Şengalê hejmarek gotar, nûçe û analîz hatin nivîsandin û pirraniya wan bi rewşa germ a siyasî ve girêdayî bûn. Ji bo serwextbûna li rewşa rojane, beguman ev pêwîst in, lê cihek wek Şengalê û civakeke wek Êzîdiyan nabe ku tenê di nav bûyerên germ de werin nirxandin. Ji ber ku civaka Êzîdî ne tenê beşek ji dîrokê ye, lê ew bi xwe dîrok e. Çanda wan jî ne tenê qedîm e, lê her wiha çanda koka hebûna gelê Kurd e.

Rêber Abdullah Ocalan jî civaka Êzîdî di nav zeman û mekan de nirxandiye, çîrok û destanên wê li ser vî esasî şirove kirine. Wekî mînak di parêznameya 5’an a bi navê ‘Parastina Kurdên Di nav Pencê Qirkirina Çandî de’, Rêber Ocalan têkiliya Çiyayê Şengalê û Deşta Mûsilê di şexsê Dewrêşê Evdî de wiha şirove dikir: “Derwêş, her cara xwe ji Çiyayê Şengalê ber dide Deşta Mûsilê, ya rastî li dijî feodalîzma Ereb a Misilman berxwedaneke bi qehremanî nîşan dide. Ev jî rêûresmeke hezar salan bû. Koka wê heta bi Sumeran, belkî jî kevintir diçe. Koka wê diçe heta bi şerê di navbera qebîleyên çolê yên Semîtîk û qebîleyên deşt-çiya yên Aryenîk de diqewimin. Derwêşê Evdî nûnerê dawî yê vê rêûresmê ye.”

Lazim e em jî li gef, êriş û hesabên nû yên li ser Şengalê di nav vê çarçoveya dîrokî de bifikirin da ku em hem metirsiyan hem jî derfetan baştir bibînin û binirxînin. Bi taybetî lazim e em berê xwe bidin nûbûn û bipêşketina di asta ronesansekê de ku civaka Êzîdî piştî fermana 2014’an wek mucîzeyekê afirand. Nexwe çawa çêbû û civaka Êzîdî xwe ji şûrê fermanê xilas kir, ji fermanekê ber bi hebûneke nû ve bilind bû?

Di rastiyê de, civaka Êzîdî teqrîben piştî 1000 salan formeke nû ya hebûnê ava dike. Ev ne tenê guherîneke rojane ya civakî, siyasî û aborî ye. Civaka Êzîdî pergala xwe ya civakî ji serî heya binî nû dike û diguherîne. Bêguman vê guherînê li ser bîr û baweriya xwe ya qedîm a Êzdayetiyê bi pêş dixe. Di dîroka Êzîdiyan de ji nû ve avabûna civakî ya herî dawî di sedsala 12’an de bi pêşengiya Şêx Adî çêbû.

Civaka Êzîdî bi vê pergalê xwe gihand heta sedsala 21’ê. Ango civaka Êzîdî piştî 900 salan cara yekem e di vê astê de berê xwe daye guherîneke mezin a civakî.

Ev guherîna ku em behsa wê dikin, pergala Rêveberiya Xweser e ku xwe dispêre paradigmaya azadiyê ya Rêber Ocalan. Heta salên fermana 2014’an, beşekê ji civaka Êzîdî fikr û felsefa Rêber Ocalan nas kiribû. Ji Bakur heta Rojava û Ewrûpayê civaka Êzîdî berê xwe dabû fikrê azadiyê. Lê bi taybetî Êzîdiyên li Şengalê, di fermana 2014’an de fikra Rêber Ocalan ya ji bo civaka Êzîdî baştir nas kir. Ji ber ku bi sedan şagirtên wî yên keç û xort berê xwe dabûn parastina Şengala pîroz. Jixwe, ji wê demê û şûn ve rûpelekî nû di dîroka Êzîdiyan de vebû.

Civaka Êzîdî jî êdî zend û bend badidan, ji milekî ve berxwedan û parastina Şengalê ji milekî ve jî xebatên avakirina jiyana azad dabûn destpêkirin. Esas mucîzeyek çêdibû, civakekê di bin şûrê fermanê de dest bi lêgerîna hebûna azad dikir û beguman xwe dispart fikr û felsefeyeke nû, fikra azadiyê ya Rêber Ocalan. Gelo, heger rastîya Rêber Apo û felsefa wî nebûya, gelo mimkûn bû ev pêngav bi ser keve?

Rêber Ocalan piştî fermanê jî bi nêrîn û hişyarkirinên xwe her tim hewl da rêya civaka Êzîdî veke û wan li hemberî polîtîkayên qirkirinê biparêze. Bi taybetî bal dikişand ser polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzaniyan û digot “Ji bo careke din Êzîdî venegerin Şengalê, ew ê her tiştî bikin.” 

Rêber Ocalan bi taybetî di mijara koçberiyê de civaka Êzîdî hişyar dikir û bangawaziya vegera li Şengalê dikir. Li ser vê bangawaziyê, bi sedhezaran Êzîdî vegeriyan ser axa xwe ya pîroz û dest bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser kirin.

Di roja me ya îro de, hewldanên temamkirina fermana Êzîdiyan dewam dikin, lê civaka Êzîdî jî êdî rêxistinkirî ye û dikare bersiva van êrişan bide. Rêber Ocalan jî di peyamên xwe yên dawî yên ji bo civaka Êzîdî de balê dibe ser vê rastiyê û serdema em di nav de wiha şirove dikir: “Em di serdema azadiyê de ne, li çiyayên azadiyê ne, di meşa azadiyê de û di şerê azadiyê de ne. Gelê Êzîdî pirr bi nirx e. Ez meclîsa wan pîroz dikim. Xebatên rêxistinbûnê li pêşiya hemû xebatan bigirin. Derveyî vê, divê hûn emanê nedin ti tişta din.”

Wekî Rêber Abdullah Ocalan jî destnîşan kiriye, civaka Êzîdî di serdema azadiyê de ye lê di serî de PDK û dewleta Tirk, xwêrnexwazen Êzîdiyan, dixwazin serdema azadiyê veguherînin serdemeke nû ya fermanê. Berxwedana Şengalê evçend girîng û dîrokî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.