Fatma Ûyar paşde gav neavêt

Şemî 4 Çile 2025 - 02:00

Hevala Fatma Ûyar a ku di 4'ê Çileya 2016'an de tevî du hevalên xwe yên siyasetmedar hat qetilkirin Elîf Uruç, bal kişand ser dilsoziya Fatma Ûyar û got:"Bi taybetî ji bo birêxistinkirina dayikan nîzamek pir baş ava kiribû. Carinan cerdevan dihatin, lê qet ji wan paşde gav nediavêt, ber bi wan ve diçû."

 Şopên qedexeyên derketina derve yên ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibûn ragihandin û di 2'yê Adara 2016'an de bi dawî bûbûn hê jî mane. Li Cizîr û Silopiyaya Şirnexê ku bi sedan kes hatin qetilkirin, bi sedan kes neçar man koç bikin, bi sedan malên gel hatin xerakirin, şopa şer hê jî maye. Tevî ku di ser qetlîamên li vir de 9 sal derbas bûne jî li ser her dîwarî, li her kolanê şop hene, mîna ku şer duh bi dawî bibe...

Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar ên di 4'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê hatin qetilkirin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, di dilê Gelê Kurd de bûn yek. Mîna ku her sê jin berê carekê hatibûn qetilkirin. Di ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn, lê ne malbat û ne jî hevalên her sê siyasetmedarên jin komkujiyê ji bîr nakin û ne jî berxwedana jinan.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Silopiyayê û hevala Fatma Ûyar, Elîf Uruç ku di navbera salên 2010-2011’an de li heman qawişê mabûn, axivî.

Jineke fedakar bû

Elîf Uruç di destpêkê de de wiha got: “Ez ji sala 2006’an heta 2011’an li Girtîgeha Mêrdînê mam. Di sala 2010'an de Fatma Ûyar ji Şirnexê hat Girtîgeha Mêrdînê. Em wê demê bi hev re man, em bi hev re rûniştin û bi hev re rabûn. Hevala me Fatma bi rastî hevalek pir hêja û baş bû. Ji bo gelê xwe jineke pir fedakar bû. Ew qas fedakar bû ku ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Di girtîgehê de gelek daxwazên wê jî hebûn. Ji xwendinê hez dikir û xwe pêşde dibir."

Fatma Ûyar paşde gav neavêt

Elîf Uruç, anî ziman ku Fatma Ûyar di girtîgehê de bi her temenê cuda re mijûl dibû û diyar kir ku Fatma Ûyar di rêxistinkirina jinan de jî gelekî xurt bû û wiha got: “Li girtîgehê ji 7'an heta 70'ê salî mirov hebûn. Carinan min li Fatmayê dinêrî. Min dît ku Fatma li kêleka dayikan diaxive. Bi dayikan re dibû dayik, bi ciwanan dibû ciwan. Bi ciwanan re lîstik dilîst û bi dayikan re henek dikir. Di vî warî de ji bo avakirina têkiliyan pir baş bû. Bi taybetî ji bo birêxistinkirina dayikan nîzamek pir baş ava kiribû. Carinan cerdevan dihatin, lê qet ji wan paşde gav nediavêt, ber bi wan ve diçû. Em herdu bi hev re di rêveberiyê de bûn. Mînak me lîstikek lîst û me ew lîstik kordîne kir. Her tim di şeva sersalê de moral dida me. Fatma jineke pir ciwan bû. Ew jî jineke pir bedew bû. Dema ez hatim berdan, ji min re got, 'Sozê bide min ku tu yê biçî mala me û bi diya min re xwarinê çêkî û xwarinê bixwî, dema ku tu derketî, ji min re nameyekê binivîsîne. Ez û hevalekî me yê Mêrdînê em çûn mala wê, bi hev re me xwarin xwar, paşê min nameyek jê re şand, min jê re got, 'Min soza xwe girt, dema tu biçî em ê dîsa bi hev re bixebitin', lê mixabin kengê heval Fatma çû, ez li Mêrdînê dixebitîm.'"

JINNEWS/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.