- Gava min ew daxuyaniya nokeran dît. Yekser berhema Boris Vian hate hişê min: Ezê tifê li gora bikim.
‘Ezê tifê li gora we bikim.’ Navê pirtûka nivîskarê navdar Boris Vian e. Vian sala 1920´an li Fransayê hatiye dinê. Wekî mirovekî pirralî hatiye nasîn. Lê navê wî herî zêde bi berhema navbirî belav bûye. Berhema wî sala 1959´an de bi heman navî veguhêziye ser filmeke sînemayê. Ji ber ku dilê Vian di dema temaşekirina film de disekine û dimire, romana wî bêhtir dibe babeta gengeşiyê.
Boris Vian di berhema xwe de nijadperestiyê analîz dike. Berhem li gel ku gelekî hatiye xwendin û ecibandin jî, li rastî rexneyên tund û tûj jî hatiye. Gava mirov dêna xwe dide rexneyan û dixwaze wan piçekî jî be fêm bike, ev xalên bingehîn derdikevine pêş mirovî.
Bingeha romanê li ser nijadperestiyê ye.
Ev di roja me ya îro de jî heye û her kêlî li gelek deverên cîhanê li dar e.
Roman behsa pedofîliyê dike, ev jî rojane li ser rûpelên medyayê tê belavkirin û heta ensest jî di nav de, êdî nûçeyên bi vî rengî mîna bûyerên asayî û ji rêzê têne pejirandin.
Roman behsa kuştin û cînayetan dike ku ev jixwe ne pêwîst e mirov li vir dubare bike. Mixabin weke nan û avê bûye parçeyek ji jiyana mirovan.
Gelek xwendevanên ku gotine, "Eger jiyan ev be û di jiyanê de ev kirêtî hebin, nexwe jiyana me bêwate ye." Wisa xuya ye ku pergala cîhanê, jiyanê û têkiliyên rastîn baş nas nekirine.
Di vê dema dawî de, bi taybetî jî piştî amadekariya êrişên PDK´ê yên li ser Herêmên Parastina Medya û Bizava Azadiya Kurdistanê bi şev û rojan di hişê hemû welatparêzan de ew îhtimala bêyom, sosret û rûreş a şerî heye.
Wisa ku Kurdan tevahiya derd û birînên xwe ji bîr kirin û guhên xwe li herêmê, li Şengalê, li Mexmûrê, li Heftenînê, li Amêdiyê û gelek deverên din yên Başûrê Kurdistanê bel kirine.
Êrişa PDK´ê ya li ser hêzên din yên Kurdistanî, ne nû ye. Di dîrokê de ji kesayetên di asta rêbertiyê de, heta bi komelî gelê Kurd qetil kirine û vêna jî misoger bi alîkarî û desteka dewletên dagirker ên Kurdistanê pêk anîne.
Di her dema ku ketiye tengasiyan de şerê Kurdan kiriye. Li dijî dijminan di nav jînenîgeriya rêveberên wê de bi tenê yek serketinek jî nîne.
Bi Tirkan re bû yek û Dr. Şivan qetil kir. Bi Îranê re bûn yek Silêman Mihûnî û bi hezaran Kurdên Rojhelat qetil kirin. Bi Saddam re bûn yek bi deh hezaran Kurdên Başûr qetil kirin û herî dawî jî li dijî PKK ê bi dehan caran li gel artêşa Tirkî a dagirker tev li şerî bû.
PDK piştî li Başûr bi desteka hêzên navneteweyî bû desthelat li ser Kurdan kiryarên dijmirovî pêk anî. Malbata Barzaniyan tîranên herêmê ne. Kuştin, dizî, gendelî û her cûre sosretî karên wan in. Heta niha serjêkirina rojnamevanan jî di nav de gelek tawanên hovane ji aliyê wan ve hatine kirin. Gava xweşî bûye ew mîr û tîran bûne, lê gava dijwarî bûye, lingên xwe li nav guhên xwe xistine û ji ber dijminan mîna li Şingalê reviyane. Herî dawî ji sedî pêncî yê axa Kurdistanê teslîmê dijminan kirine.
PDK´ê bi awayekî eşkere herêma Behdînan radestî dagirkerên Tirk kiriye. Parastin û MÎT´a Tirk di nav heman jûr û waran de karên li dijî welatparêzan dikin.
PDK´ê bi navê Pêşmergeyên Roj rêxistineke kontra ya mîna Ûnîtaya Latînyayê ava kiriye. Heta niha jî ev rêxistin çima û çawa hatiye avakirin, ji aliyê kê ve û bi çi rengî tên xwedîkirin, Derbarê van pirsan de bi tenê kurteagahiyek jî nedane parlamenê.
Vê gavê jî û bi taybetî piştî êrişa artêşa Tirk a li dijî herêma şervanên azadiyê, PDK dest bi êrişên xwe kiriye û dixwaze karê ku dagirkeran nekariye bike, bi ser bixîne.
Gelê Kurd li dijî vî karê bê rûmet e. Pirraniya sazî û rêxistinên Kurdan jî li dij in.
Gelek aliyan dijberiya xwe jî bi riya medyayê belav kir.
Bang û daxwaza welatparêzan li hemû aliyan ev bû ku rê nedin şerekî di xizmeta dijiminan de be.
Lê mixabin derket holê ku hîna gelek diz, gelac, nebaş û firoşvanên rûmeta Kurdistanê jî hene ku tecawuzkar, qatil û ensestên di romana Vianî de li dera hanê dihêlin.
Mirov ji mirovtiya xwe şermê dike. Şermê dike ku bi wan kesan re li heman zemînê dijî.
Gava min ew daxuyaniya nokeran dît. Yekser berhema Boris Vian hate hişê min: Ezê tifê li gora we bikim.