Eynî ew kiras çêkir

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Mijdar 2023 - 00:57

Hin cilûbergên di tabloyan de ku fîgûr li xwe dikin, bivênevê bala mirovan dibin ser xwe. Nexasim jî di hin tabloyên kevin de yên ku şêwekarên navdar çêkirine, ev cilûberg bi xemla xwe tim di bîra xelkê de dimînin. Şewekar Pierre August Renoir ku yek ji nûnerên Eksrpresyonîzmê bû, di tabloyên xwe de ekserî jinên ku piyanoyê dijenin, xêz dikirin. Wî fîgûrên xwe bi kirasên rengîn ên xweşik diresmandin û derbarê çanda Fransiyan ya wî wextî de hûrgilî nîşan didan. 

Ev kirasên rengîn ên xweşik bala terzî, Ivy Thompson biriye ser xwe û wê ev kirasên ku Renoir li fîgûrên xwe kirine ji nû ve sêwirandiye. Wê ji portreyê “Jinên ciwan ên pîyanoyê dijenin” (1889) yê Renoir îlham wergirtiye û ev kirasê sor ê xweşik çêkiriye. Wê bi vî awayî bi rabuhiriyê re têkliyek ava kiriye û dixwaze xelk jî ji bîr neke ku ev kesên di van tabloyan de demekê hebûne. 

3 mehan li eynî qûmaşî digere

Ivy Thompson dibêje, her çend ez van kesên di tabloyan de nas nekim jî ji min re qet xerîb nehatine û wê bi dilsozî cilên li ser wan sêwirandiye. Ivy Thompson got; “Tenê ji bo ku eynî qûmaşî bi dest bixim, ez sê mehan ketim pey qumaş û cawan, dîtina vî qumaşî gelekî zehmet bû. Bi vê projeyê min xwest tabloyê zindî bikim. Em van jinan di tabloyan de dibînin û gelek caran xwe dûrî wan hîs dikin. Lê em ji bîr dikin ku ev kesên di tabloyan de bi awayekî zindî hebûn. Ez van cilûbergan li xwe dikim da ku portre bi awayekî zindî were hîskirin.”

Ivy Thompson ev kirasê dirûtiye, li xwe kiriye û li ber tabloya Renoir a ku wê jê îlham girtiye û jê hez dike, wêneyekî xwe girtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.