Ewladên leheng ên Botan û Serhedê

În 22 Cotmeh 2021 - 23:30

  • HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Kato Marînos û Bestayê şehîd bûn eşkere kir. 

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Kato Marînos û Bestayê şehîd bûn eşkere kir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û got, ”Dewleta Tirk a qirker 7’ê Îlona 2021’ê li qada Kato Marînos a Şirnex-Elkê dest bi operasyonekê kir û di encama bombardûmana di vê operasyonê de, ewladên hêja yên gelê me hevrêyên me Azad Gewda û Êriş Andok ên ku ji bo azadiya gelê me bi fedakarî tevlî nava refên têkoşînê bû, şehîd bûn.

Çû bi hawara xelkê me yê Êzîdî

HPG’ê li ser Azad Gewda (Agît Acar) û Êriş Andok (Abdullah Yîgît) ev agahî dan: ‘’Hevrêyê me Azad li navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Azad ku hîn di zarokatiyê de rûyê faşîzan ê dewleta Tirk a mêtinger nas kir, bi hêrseke mezin a li dijî dijmin mezin bû. Şewitandin û valakirina gundan a bi destê dijminê qirker ku ji bo Kurdistanê bê Kurd bihêle dikir, li mejiyê zarokatiyê yê hevrêyê me Azad bi cih bû û soz da ku rojekê hesabê van kiryaran bipirse.

Sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de hînî çiyayên azad ên Kurdistanê bû ku qet ne xerîbê wê bû û jiyana gerîla pejirand. Piştî ku demekê li qada Garê gerîlatî kir, dema ku faşîzma DAÎŞ’ê êriş bir ser xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê, bi hawara xelkê me yê Êzîdî ve çû û demeke dirêj li vê derê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Di vê pêvajoya şer de ji aliyê gerîlatî û hunera şer ve xwe kir pispor, bû xwedî tecrûbe û fermandarekî bi îdîa. Dema ku li qada Şengalê bû, firsend dît ku rastiya gelê Kurdistanê baştir fêhm bike, bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz ji aliyê xelkê me yê Êzîdî ve hate hezkirin. Bi biryara partiya me ya sala 2018’an re ji Şengalê vegeriya çiyayên Kurdistanê. Wî her tim xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne jî ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve her tim xwe amade kir, her kêliyê bi coşa çûyîna Bakur jiya. Piştî ku rêxistina me ev daxwaz qebûl kir, hevrêyê me Azad weke fermandarekî pêşeng berê xwqe da xaka Botanê cihê lê ji dayik bû. Li vê qada ku zarokatiya wî lê derbas bû gerîlatî kir û ev avantaj baş bi kar anî. Pratîkeke serketî nîşan da û bû yek ji mînakên cewherî yên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk.

Derbên mezin li dijmin xist.

Hevrêyê me Êriş (Abdullah Yîgît) li Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Mîna her zarokekî Kurd ê li Botanê ji dayik bû û mezin bû, ji zarokatiyê ve rûyê zordar ê dewleta Tirk a qirker nas kir. Hevrêyê me Êriş sala 2013’an ji bo vê armanca xwe pêk bîne tevlî nava refên gerîla bû. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkarî û fedakarî li nava refên gerîla di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me Êriş di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi rengekî bênavber gerîlatî kir û bû xwedî tecrûbe. Bi dilnizmî û wêrekiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Tevlî gelek pratîkên şer bû, di asta pêşengiyê de derbên mezin li dijmin xist. Ji bo tecrûbeya xwe ya şer bêhtir bi cih bîne û bi bandor be timî hewl da li Bakurê Kurdistanê tevlî pratîkê bibe û di encama vê kûrbûna xwe de şensê gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê bi dest xist. Bi taybetî gerîlatiya li Botanê li cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû ji bo xwe weke avantajê dît. Bi têgihiştina ku derba herî biçûk a li vê qadê li dijmin bê xistin wê encamên xwe gelekî mezin be, biçûk an jî mezin her kar û wezîfe bi daxwaz û moraleke mezin bi cih anî. Hevrêyê me Êriş di van hewldanên xwe de serketinên girîng bi dest xist û li gelek qadên Botanê pêşengî ji karên serketî re kir.

Şoreş Masîro û Jiyan Koçer

Her wiha HPG’ê da zanîn ku 9’ê Tebaxa 2021’ê artêşa Tirk a dagirker li qadên Girê Tenûrê, Gêsin û Mergûmarê yên Bestayê dest bi operasyonekê kiriye û di bombardûmana vê operasyonê de hevrêyên wan Şoreş û Jiyan şehîd bûn.

Agahiyên li ser wan jî wiha ne:’’Hevrêyê me Şoreş Masîro (Îbrahîm Kaya) li bajarê berxwedanê yê Serhedê Wanê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Sala 2018’an li qada Masîro piştî ku 6 hevrêyên me şehîd dibin hevrêyê me Şoreş bandor lê dibe, bersiveke bimane dide rastiya şehîdbûnê û biryarê dide ku tevlî nav refên gerîla dibe. 

Bû gerîlayeke pêşeng a YJA Starê

Hevrêya me Jiyan Koçer (Dîlan Înan) li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kuridstanê nirx afirand, ji dayik bû. Ji ber ku ji nava malbata wê şehadet hebûn û bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bûn, ev yek bû sedem ku hevrêya me Jiyan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas bike û jiyana sîstemê ya ku ji bilî koletiyê tiştekî nade jinê red kir û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Jiyan ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hînî jiyana nû bû û hewl da timî xwe perwerde bike û bi pêş ve bibe. Ji bo karibe têkoşîneke hîn xurtir bimeşîne û tola hevrêyên şehîd hilîne di hunera leşkerî de xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayeke pêşeng a YJA Starê. Tevî ku gerîlayeke ciwan bû bi coşa xwe ya li nava jiyana têkoşînê, ji bilî azadiyê tiştek nedixwest û bi sekna xwe ya biryardar a li xeta serketinê bû mînakek herî hêja ji hevrêyên xwe re.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.