Ew ê zext li CPT’yê were kirin

Çarşem 15 Gulan 2024 - 01:45

  • Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Kurd a Brîtanyayê Egît Karataş diyar kir ji bo zextê li CPT’yê bikin wê bi sedhezaran name  bêne şandin da ku ji bo Îmraliyê tevbigere.

MUJDAT CAN / MA / AMED

Ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda mutleq de tên ragirtin 38 meh in tu agahî nayên girtin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ji bo şikandina tecrîdê, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin. Kampanya roj bi roj mezintir dibe. 

Kesên navdar name şandin

Bi çarçoveya kampanyayê  yek ji saziyên ku ji bo bidawîkirina tecrîdê jê tê xwestin bikeve nava tevgerê jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye. Ji bo vê kurd û dostên wan ketin nava gelek hewldanan. Herî dawî zimanzan Noam Chomsky, serokê Partiya Karkeran ê berê Jeremy Corbyn, ji rêxistina herî mezin a sendîkayî ya Ingilistanê Unite the Unionê Simon Dubbins, Prof Dr. Michael Gunter, Prof. Dr. Bill Bowring, Prof. Dr. Mary Davis, Parlamenterê SNP’ê Chris Stephens, Parlamenterê Siin Feinê Chris Hazzard, Mickey Brady, parlamenterê Partiya Karkeran Kate Osamar, John McDonnell û gelek akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û rojnameger jî di nav de, gelek kesan bi sernavê “bangawaziyeke lezgîn a ku divê tavilê esas were girtin” nameyek ji CPT’yê re şandin. 

Em ê bi sed hazaran name bişînin 

Yek ji îmzevanên nameyê jî Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Kurd a Ingilistanê Egît Karataş têkilî mijarê got, ‘’Birêz Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lewma fikarên gelê Kurd û dostên wan hene. Nameya me ji CPT’yê re şandî, destpêka serlêdanan e. Ev ne xebatekî ji bo carekî bû. Ev destpêkek bû. Ji bo partiyên siyasî û parlamenterên li Ingilistanê jî bi îmzeyên xwe nameyan bişînin em ê xebatan bidomînin. Her wiha tevgera jinên kurd li Ewropayê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re da destpêkirin. Gelê kurd dê bi sedhezaran nameyan ji CPT’yê re bişîne û zexta dîplomatîk bidest destpêkirin. Em vê xebatê li gel sendîkayan didomînin. Di vê çarçoveyê de dê festîwalên sendîkayan jî çê bibin.” 

Ji tecrîdê berpirs CPT ye

Karataş, got ku ji “agahînegirtina mutleq” a li Îmraliyê CPT berpirsyar e û axaftina xwe wiha qedand: “CPT berpirsyartiyên xwe yên qanûnî pêk nayîne. Tevî ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin jî gelê Kurd bi paradîgmaya xwe birêxistin dike. Heke agahî jê bên girtin, êdî qonaxa ku gel dê bigihijê mirov xeyal jî nake. Lewma welatên rojavayî ji rêxistiniyeke ku nikarin kontrol bikin ditirsin. Lê êdî paradîgmaya modernîteya demokratîk heye. Ji bo Tirkiye li herêmê bibe hêzek, li şûna şerê li dijî kurdan divê aştiyê esas bigire. Qedera gelê Kurd ji ya Abdullah Ocalan cuda nîne. Desthilateke di nava tirsê de heye ku hewl dide xwe xelas bike. Divê ji bo bangên demokratîkbûnê bibe bersiv.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.