Ew bû pêşengê ciwanan

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 14:22

HPG’ê diyar kir ku gerîla Diyar Xoşnav li Garê di qezayekê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di 10’ê Gulana 2023’yan de li qada Garê di encama qezayekê de hevrêyê me Diyar Xoşnav şehîd bû. Hevrêyê me Diyar, bi hest û hişmendiyeke neteweyî tevlî nav refên têkoşîna azadiya Kurdistanê bû, weke zarokekî leheng ê Başûre Kurdistanê, bi vê beşdariya bi rûmet ji bo ciwanên Kurdistanê û bi taybet ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê bûye mînak. Hevrêyê me Diyar, bi hezkirina welatê xwe li dijî polîtîkayên penaberiyê yên li ser ciwanên Kurd û li dijî xeyalên derewîn ên azadiyê têkoşîn hilbijart, bi pratîka xwe ya serketî û kesayeta xwe ya Apoyî îsbat kiriye ku azadiya rast li çiyayên pîroz ên Kurdistanê ye.

Em sersaxiyê ji gelê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê û bi taybetî ji malbata hevrêyê xwe ya hêja re dixwazin.

Hevrêyê me Diyar li Hewlerê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Têkoşîna gerîla ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê bandor lê kir. Li ser vî bingehî dest bi lêgerînê kir û tevlî nava xebatên Komalên Ciwan bû. Bi pratîka xwe ya serketî derket pêş, bû pêşengê ciwanan. Di dema xebata xwe de Partiya me û rastiya Rêber Apo ji nêz ve nas kir. Li ser vî bingehî derfetên jiyana rihet ên sîstemê red kir, jiyana bi rûmet tercîh kir û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2021’ê de çû herêma Garê. Bi ked û fedakariya xwe ya di van xebatan de bû milîtanekî Apoyî, hevrêyên wî ew ji xwe re wekî mînak didîtin.

Hevrêyê me Diyar, dema ku amadekariya şer dikir, di qezayeke ne xweş de şehîd bû û vê şehadeta wî hemû hevrêyên wî xemgîn kirin. Di şexsê heval Diyar de em ê hewl bidin layiqî şehîdên xwe bin û em careke din soz didin ku em ê têkoşînê geştir bikin.”

Nasnameya şehîdî wiha ye;

Diyar Xoşnav (Çawan Mihemed), li Hewlêrê jidayîk bûye, 10’ê Gulana 2023’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.