Êvarên Rayinê bi Elmanî jî derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Sibat 2023 - 03:10

Kitêba helbestan a şair Yousef Mantk “Êvarên Rayinê” bi Elmanî jî weke “Abende am Rhein” derçû. Kitêb bi Kurmancî ji weşanên Sîtav derketibû. Çapa bi elmanî ji weşanên United p.c. derçû. Wergera helbestan ber bi Elmanî Hozan Ebdulkerîm kiriye. Encam jî kitêbeke helbestan a bi Elmanî ya ji 104 rûpelan e. Şêwekarê resmê ser bergê çapa Elmanî, hunermend Hemîd Cemal e.

Di danesîna kitêbê de tê gotin, “Ev dîwaneke helbestan a bi temamî cihê ye! Pirraniya caran, şair wisa dikin ku berhemên xwe bi zimanê bi sembolan avis û peyvên tevlîhev giran dikin û ev jî dikarin tesîreke wiha li xwîneran bikin ku ew biwestin yan jî bibizdin û nexwînin.

Helbestên di vê dîwanê de ji xeml û gewziyên wisa şûştî ye. Ew bi zimanekî safî û zelal rewş û hestên rojane nîşan didin, dîsa jî besît xuya nakin. 

Metnên van helbestan di nava muceredê de winda nabin, behsa çîrok û çarenûsên darîçav dikin; yên evînên wenda, welatekî li pey xwe hatî hiştin yan jî fikarên kesekî bi darê zorê ji welatê xwe kirî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.