Erzirom wê 2 wekîlan derxe!

Şemî 13 Gulan 2023 - 01:27

BÊRÎVAN KUTLU/MA/ERZIROM  

 

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepa  Kesk (Yeşil Sol Parti) Meral Daniş Beştaş, got, di hilbijartinê de roleke girîng a gelê Kurd heye, û ew ê ji Erziromê wê herî kêm du wekîlan derxînin. 

Partiya Çep a Kesk armanc dike ku ji Erziromê herî kêm du parlamenteran bişîne Meclisê. Namzeta parlamenteriyê ya Erziromê ji Partiya Çep a Kesk, Meral Daniş Beştaş piştî ku derman bû, ji nû ve tev li xebatên hilbijartinê bû. Beştaş got, “Hem li Kurdistanê hem jî li bajarên Tirkiyeyê hewayeke baş heye. Coş û biryardarî heye. Xwedî derketina gel di asteke gelek baş de ye. Em dixwazin hejmara wekîlan a beriya niha me ji Kurdistanê werdigirt, zêde bikin. Xwedî derketina gel jî di vê astê de ye. Gazineke mezin heye ku Erzirom bi nasnameyeke cuda tê binavkirin û demokrat û Kurdên li vê derê nayên dîtin. Me ji xwe re kiriye armanc ku em ji Erziromê 2 wekîl biçin meclîsê.”

Beştaş got, li Tirkiyeyê di her mijarê de cihekarî heye û ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê jî wiha peyivî: “Em girêdayî kesî nînin niha jî Tifaqa me ya Ked û Demokrasiyê heye. Em li Tirkiyeyê dibêjin, welatî ne mecbûrî tifaqên din in û em ê bi mezinkirina rêya sêyemîn, pêşiyê li Tirkiyeyê vekin.”

 

Kurd wê diyarker bin 

Beştaş, anî ziman ku kurd dê di hilbijartinan de diyarker bin û got: “Gelê Kurd baş dît ku sozên AKP’ê çawa pûç in. Hevkarên wan bi zimanekî nijadperestî, tinehesibandina Kurdan diaxivin. Gelê Kurd bi taybetî dê hilbijartinên serokkomariyê diyar bikin. Me weke tifaqê biryar da ku dengekî bidin Partiya Çep a Kesk dengekî jî ji bo têkbirina faşîzmê bidin Kiliçdaroglû. Li her derê xebatên zêde hene û em difikirin ku dê encamên wan baş bin. Armanca me ew e em 100 wekîlan derxin, me armanc kir ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê wekîlan derxînin. Weke HDP li pêşiya me doza girtinê heye. Ev dozeke neheq e. Bi lîstikan, bi kemînan ev demeke dirêj e ku li ser partiya me zext hene. Ji ber vê yekê me biryar da ku em bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.