Êrîşên ser ziman bi konsepta tecrîdê ye

În 27 Îlon 2024 - 02:25

  • Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asana têkildarî girtina bi ser saziyên ziman û çanda Kurdî  got:"Ger em hemû qadên jiyanê bikin Kurdî, wê tu kes nikaribe xwe li ber hilma Kurdî ragire. Lewma banga me ev e ku em hemû kêliyên jiyanê bi rengê Kurdî bixemilînin. Em her der û her malê bikin dibistan, fêrgeh, zanîngeh û atolyeyên Kurdî."

ROZA METÎNA / AMED

Êrişên dewletê yên li dijî ziman, çand û nasnameya gelê Kurd dewam dikin. Di 24'ê Îlonê de polîsan li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) de girt, ku MED-DER xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Anka de girtin. Di girtina bi ser malan de pirtûk, kovar, hard-dîsk hatin desteserkirin. Gelek kes hatin binçavkirin. 

Konsepteke qirkirina çandî ye

Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asana têkildarî mijarê bi lêv kir ku êrişên li dijî ziman û çanda Kurdî tên kirin ne ji rêzê ne û wiha got:"Ji her kesî ve eşkere ye ku ev dewlet li ser kodên tekparêziyê hatiye avakirin. Ji ber vê, dixwaze her kesî bişibîne xwe û di nava çand û zimanê xwe de bihelîne. Lewma em vê wekî binçavkirin an jî desteserkirineke ji rêzê nahesibînin. Ev, di çarçoveya konseptekê de hatiye kirin. Konsepteke li ser esasê qirkirina çandî û qirkirina zimanî ye. Û navê vê konsepta wan jî tecrîd bi xwe ye." 

Êrîş çavnebariya li gelê Kurd e

Mehmet da zanîn êriş tên maneya çavnebariya li gelê Kurd û wiha dewam kir:"Ziman çawa hebûna miletekî be, wêjeya bi wî zimanî jî fikirandina wî miletî ye. Dîsa ên ku çavnebariyê li hebûna vî gelî dikin û hema bêje her roj êrişê dibin ser, wê çawa çavê wan li fikirandina wî bar bibe? Lewma em êrişên li ser vî zimanî wekî êrişên li ser wêjeya bi vî zimanî, êrişên li ser wêjeya vî gelî jî wekî êrişên li ser zimanê vî gelî û êrişên li ser nirxên vî gelî dibînin." 

Xwestin ku kodên civakê bifeşkilînin

Mehmet di heman demê de da zanîn neqebûlkirina navê Rindêxan a ji aliyê qeymeqamtiya Farqînê ve tunehesibandina ziman û gelê Kurd e û ev yek ji êrişên li ser saziyên ziman ne dûr in û wiha pê de çû:"Hema bêje li Tirkiyeyê polîtîkaya bişavtinê, pêşî bi guherandina navên cih û deveran dest pê kiriye. Ji destpêka salên 1900’î heya piştî darbeya leşkeri ya 12’ê Îlonê li vî welatî bi deh hezaran navên gund û bajaran, gelî û newalan hatine guherandin. Bi vê, xwestin ku kodên vê civakê tarûmar bikin da ku li tu derî ji sewta xwe, ji dengê xwe tiştekî nebihîse. Mirov dikare ya ku qeymeqamtiya Farqînê kiriye jî di vê çarçoveyê de binirxîne. Û ev jî dîsa tunehesibandina vî ziman û gelî ye."

Kurdî wekî hîmên wan dihejîne

Mehmet diyar kir ku divê êrişên li ser zimên bi dawî bibin û mafê xizmeta ji bo zimanê Kurdî li her derê bê dayin. Mehmet bal bir ser Fatma Surmeli ya 70 salî ya ku xwest li Polîklînîka Poz, Qirik û Guh a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê tedawî bibe lê belê ji ber xwe negihand xizmeta tendirustiyê ya bi zimanê dayikê loma jî nehat tedawîkirin û wiha got:’’Tê zanîn ku di demên borî de dîsa ev wezareta tenduristiyê ji bo ku nexweş li ser onlînê xwe bigihîjinin lîsteya dermanan (e-reçete) di malpera xwe de pir zimanî bar kiribûn lê di nav van zimanan de Kurdî tunebûn. Em behsa pergaleke tekparêz dikin. Ev pergal tiştekî ne ji bo mifha wê be nake. Kurdî, ji xwe re wekî ku hîmê wê dihejîne dihesibîne. Lewma her deng an jî tîpeke Kurdî 'terorîze' dike." 

Divê em ziman hertim zindî bikin

Mehmet da zanîn divê her neferek zimanê Kurdî biparêze û wiha bi dawî kir:"Ger em hemû qadên jiyanê bikin Kurdî, wê tu kes nikaribe xwe li ber hilma Kurdî ragire. Lewma banga me ev e ku em hemû kêliyên jiyanê bi rengê Kurdî bixemilînin. Em her der û her malê bikin dibistan, fêrgeh, zanîngeh û atolyeyên Kurdî. Dîvê her Kurd xwe hem şagirt û hem jî mamosteyê zimanê xwe bihesibîne. Ev ziman çawa hezar sal e ev gel aniye heya vê merheleyê, divê em her neferek vî gelî jî, zimanê xwe biparêzin û bidin jiyîn."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.