Êrişeke kontrayan e
Duşem 23 Çile 2023 - 00:44
- HPG´ê bi daxuyaniya xwe ya doh gumanên xwe yên li ser qetilkirina pênc welatiyên ji Başûrê Kurdistanê li Mêrdînê îfade kirin û got, bûyer dibe ku êrişeke kontrayî be. HPG´ê diyar kir ku ew ê bûyerê bişopîne û hesab ji kujeran bipirse.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê komkujiya li Mêrdînê de daxuyaniyek da û got, “Şeva 19’ê Çile li Mêrdînê 5 welatiyên me yên ji Başurê Kurdistanê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em di serî de ji malbat û xizmên kesên qetilkirî re sersaxiyê dixwazin, her wiha ji gelê Rekanî û tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin.
Ev malbata ku hatiye qetilkirin, welatparêzên eşîra Rekanî ne û gelek caran gund û herêmên wan bûne hedefa êrişên dewleta Tirk û di van êrişan de gelek ji wan şehîd bûne. Ji ber ku ev mirovên me di hedefa dewleta Tirk de ne, tê dîtin ku bûyera dawî ya li Mêrdînê bûyereke tarî ye. Balkêş e ku dewleta Tirk hewl da vê bûyerê weke dozeke edlî nîşan bide û bi destê dozgeriyê û biryara wê ya nepenîtiyê ser wê girt. Ji ber vê yekê, dibe ku ev êrişeke kontrayî be, ya ku di çarçoveya têkbirina Kurdan de hatiye kirin. Em Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar dikin, em ê vê bûyerê bişopînin û hesab bipirsin. Em careke din ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."
Êrişên bi çekên kîmyewî didomin
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin;
“Di çalakiyên bi pêşengiya tîmên me yên gerok de pergaleke kameraya mobesseyê hate rûxandin.
Artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî, carekê bi bombeyên qedexe, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kirin. Di heman demê de 4 caran bi balafirên şer qadên gerîlayan bombe kirin."
Li herêma Zê (Zapê)
Di 21’ê Çile saet 09:00’an de pergaleke kamerayê ta mobesse ya ku dagirkeran li derdora çeperên berxwedanê yên gerîlayan a li Sîda bi cih kiribû, ji aliyê tîmên me yên gerok ve hate rûxandin.
Di 21’ê Çile saet 18:00’an de tîmên me yên gerok li nêzî gundê Sîda bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Di 21’ê Çile saet di 09:30 û 10:10’an de tîmên me yên gerok li herêma Çemço 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Li herêma Metîna
Di 21’ê Çile saet 08:20’an de li herêma Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker
Di 21’ê Çile de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Sîda û Çemço 17 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
Di 21’ê Çile saet 16.00’an de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Sîda bi bombeyên qedexekirî carekê hatin bombekirin.
Di 21’ê Çile de qada Deşta Kafya ya Garê û qada ava Lolan a Xakurkê 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
Di 21’ê Çileyê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM, her wiha çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Çemço û Sîda bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.”
BEHDÎNAN