Êrîşa ser medya Kurd siyasî ye

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:30

Êrîşa li ser medyaya azad a Kurd weke êrîşeke siyasî hate şîrovekirin û hate diyarkirin êrîş li ser daxwaza Belçîkayê pêk hatiye. Alîkarê Serokê Giştî yê Parêzerên Sînornenas û Parêzerê Baroya Parîsê Etîenne Lesage got êrîşa li ser Stêrk, Medya Haber TV ne hiqûqî lêoperasyoneke siyasî ye û ziyan daye hiqûqê.

Parêzer Lesage anî ziman  êrîşa polîsan a li dijî Medya Haber û Stêrk TV'ê di çarçoveya siyasî de pêk hatiye û got: ‘’Ez naverok û hûrgiliyên dosyayê nizanim û ne parêzerê vê dosyayê jî me lê belê dixwazim vê yekê bidim zanîn ku ne cara ewil e li dijî bînayên medyaya Kurdî yên li Belçîkayê êrîş pêk tên. Heman êrîş di sala 2010’an de jî pêk hatibû bêyî lêpirsînekê û hemû ekîpmanên stûdyoyê hatibûn desteserkirin. Tevî vê jî, em bi awayekî hêsan dikarin bibêjin ku ev êrîş, êrîşeke siyasî ye.’’

Belçîka û Fransa li hev kirine

Lesage destnîşan kir ku ev êrîşên polîsan ên Belçîkayê li ser daxwaza dewleta Fransayê pêk hatine û got: ‘’Her wiha di navbera dewletên Belçîka û Fransayê de peymanên dualî hene. Hewce ye medyaya Kurdî ji bo îtîraza van yekan gavên pêwîst biavêjin.’’

Helwesta polîsan sosret e

Parêzer Lesage bal kişand ser helwesta polîsên Belçîkayê û wiha pêde çû: ‘’Helwesta polîsan a dema lêgerînê  ne hiqûqî ye û her wiha sosret e. Lê belê beriya destpêkirina prosedûran protestokirina van kiryarên polîsên Belçîkayê gelekî girîng e. Ji bo betalkirina vê lêpirsînê divê serî li sazîyên Belçîkayê were dayîn.

Vê êrîşê ziyan daye hiqûqê

Ez gelekî xemgîn im ku li dijî saziyeke medyayê êrîşeke bi vî rengî pêk hatiye ku deriyê saziya medyayê ji her kesê ku dixwaze xwe bi awayekî azad îfade bike re vekirî ye. Serdegirtinên li dijî çapemenî û televizyonan gelekî kêm in, zû bi zû pêk nayên. Ev êrîşeke pir ecêb e û zirar daye demokrasî û hiqûqê.’’

Fransa fikaran çêdike

Parêzerê Baroya Parîsê Etîenne Lesage destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Fransayê ya demên dawî ya li dijî gelê Kurd fikaran çêdike û got: ‘’Helwesta dewleta Fransayê û welatên din ên Ewropayê ya li dijî gelê Kurd bi fikar in. Dewleta Fransayê li şûna ku weke welatên din parastina mafên mirovan bike, bi temamî têkiliyên dîplomatîk tercîh dike. Her wiha diyar e ku van tercîhên xwe di çaorveya NATO’yê de dike ku xwedî tifaqên berfireh ên leşkerî ne.’’

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.