Êrişa çeteyan hate têkbirin
În 17 Adar 2023 - 00:47
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) da zanîn ku komeke çeteyan hewl daye êrişî gundê Til Enab ê Şehbayê bikin. Lê hêzên wan bersiv daye êrişa çeteyan û hewldana wan a êrişê hatiye şikandin û kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.
HRE’yê gotin, “Di 15’ê Adarê de, êvarê seat 07:15’an komeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl da êrişî gundê Til Anab ê herêma Şehbayê bikin. Hêzên me bersiv da û hewldana êrişê têk bir. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN