HRE derbên giran li çeteyan dixe

Çarşem 11 Îlon 2024 - 02:40

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li Ezaz û Şerayê di çalakiyan de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

HRE’yê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Li dijî polîtîka û êrîşên dewleta Tirk çalakiyên bersivdanê yên hêzên me dewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

26'ê Tebaxê li Ezazê di çalakiyeke sekvaniyê ya hêzên me de çeteyek hate kuştin.

2'ê Îlonê li Ezazê du çalakiyên sekvaniyê hatin kirin. Di çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

7'ê Îlonê hêzên me li xeta Enabkê û Meyremînê ya navçeya Şerayê bi ser komeke çeteyan de girt. Komên çete ji tirsa têlên Elman li derdora xwe rêsandibûn. Hêzên me tevî vê yekê jî xwe berdan nava çeteyan û derbên giran lê xistin. Di serdegirtinê de çete hemû hatin cezakirin. Hêzên me çûn ser cenazeyên çeteyan, dest danîn ser cebilxaneya çeteyan. Di vê çalakiyê de gelek kamera, mobesse û cîhazên şopandinê hatin tinekirin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çekên bi tîpa AK47 û gelek cebilxane hatin desteserkirin. Di encama çalakiyan de bi giştî 8 çete hatin kuştin."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.