Hemû kirinên HRE’yê rewa ne

Duşem 4 Adar 2024 - 00:57

CEMÎL ABDO / ŞEHBA / ANF

Parêzer Cibraîl Mistefa bal bire ser operasyonên HRE’yê yên dijî dagirkeriya Tirk û got,’’"Li gorî Hevpeymana Cinêvê ya çerem; ji mafê her civakê ye ku çarenivîsa xwe diyar bike û li dijî hêzên dagirker şer bike."

Dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2018’an de herêma Efrînê dagir kirin û şêniyên wê neçar dikin ku ji cih û warên xwe koçber bibin. Piştre jî operasyonên guhertina demografiya herêmê pêk anîn. Di roja de jî dewleta Tirk bi rojane hemû gund û deverên Şehbayê bombebaran dike û rasterast sivîlan dike armanc. Lewma li dijî vê yekê şêniyên Efrînê hêzek bi navê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ava kirin.

Xweparastin pîroz e

Têkildarî vê yekê parêzer Cibraîl Mistefa anî ziman ku HRE li gorî peyman, qanûn, pîvan û exlaqên navneteweyî rewa ye û wiha got: "Li gorî peymanên navneteweyî û referansa Peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945'an, mafê xweparastinê mafekî pîroz û parastî ye. Ji ber wê li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî (NY), em dibînin ku herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin. Ev dagirkerî ne tenê bi kontrolkirina herêma Efrînê re sînordar ma, projeyên berfirehkirina dagirkeriyê ya dewleta Tirk hebûn.

HRE bi çarçoweya NY’yê ye

Mistefa êrîşên Tirk û çeteyên wê yên piştî koçberiya gelê Efrînê ya li ser herêmê bi bîr xist û got, ‘’Ji ber hebûna metirsiyek rasterast li ser gelê Efrînê yên ku li Şehbayê û her wiha li Efrînê mane, Hêzên Rizgariya Efrînê li gorî peymanên navdewletî û bi taybet peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) hate avakirin. Peymana Neteweyên Yekbûyî bêyî îstîsna ji bo civaka navneteweyî destûrek tê hesibandin. Ji ber ku mafê çarenûsî pîroz e û mafê xweparastinê jî li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî pîroz e. Hêzên Rizgariya Efrînê xwedî mafê xwezayî ye ku parastina gelê xwe bike û hewl bide herêma Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, rizgar bike."

Hedefa HRE’yê artêşa Tirk e

Parêzer Cibarîl Mistefa destnîşan kir ku HRE di operasyonên xwe de li gorî pîvan û peymanên şerê çekdarî tevdigerin û wiha got: "HRE ji destpêka damezrandina xwe ve, di hemû operasyonên xwe de ti navendên sivîlan armanc negirtine û di operasyonên xwe de ti sivîlan nekiriye armanc. Hêzên Rizgariya Efrînê bi hemû operasyonên xwe, navendên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sûcdar kiriye hedef.’’

Cibraîl herî dawî Peymana Cinêvê bi bîr anî û got,’’Li gorî Hevpeymana Cinêvê ya çerem; mafê her gelekî ye ku çarenivîsa xwe diyar bike û li dijî hêzên dagirker şer bike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.