Er ist wieder da

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 9 Kanûn 2023 - 00:05

Er ist wieder da! yanî “Ew dîsa li vir e”. Film sala 2015’an li Elmanyayê hatiye çêkirin. Navê filmî, weke mijara xwe balê dibe ser xwe. Heger bi gotana “Hitler ist wieder da” (Hitler dîsa li vir e) îhtîmal e ku bala bêhtir kesan bikişanda. Lê navê filmî “Ew dîsa li vir e!” Mirov ji xwe dipirse, kî dîsa li vir e û doza çi dike? Heger ew dîse li me vegere, gelo dê çi bibe? Yan jî gelo hewce ye ku ew dîsa li me vegere? Ma yên weke wî, têra xwe nînin?

Di televizyonên Elmanan de hema her kêlî belgefîlmek heye ku qala şerê cîhanê yê duyemîn dike. Bi vî şêwazî, dewlet dixwaze rastîya şer di bîra civaka xwe de bihêle û wan bi dîroka wan re rûbirû bihêle! Di vî warî de çiqasî bi ser dikevin, ji bo wê lêkolîn hewce ne. Ji ber wê ye ku filmên weke “Er ist wieder da” dîsa çêdibin û hewce ye zêdetir çêbin. 

Film, Hitler dike nava erebeyekê, li Elmanyayê digerêne û wî dike nava civake de. Bi vî şêweyî kêm zêde, rewşa civaka Elman jî derdixe holê. Gelek kes dema wî dibînin, bi sempatîyekê nêzik dibin. Pê re fotoyan dikişînin û dikenin. Kêm kes jê ditirsin û pişta xwe didinê. 

Film, bi rêya Hitler, pirsan ji civaka Elman dike. Kamera bere xwe dide kê, rexneya wan  ev e: Welatê me Elmanya tije biyanî bûye û em ji vê rewşê ne razî ne. Divê çareseriyek bê dîtin. Di vir de Hitler dikeve dewrê û zimanê xwe yê propagandîst û bi tevgerê xwe yên laş, bi şêweyekî hêsan û ecêb mirovan dike bin bandora xwe û wan bi rê ve dibe. Tişta eceb jî aligiran zû dide hev. Mirov xwe ne di 2015’an de lê di 1930’î de hîs dike. 

Di serê filmî de xelk Hitler wek kesekî komedyen dibîne û wî vedixwînin bernameyên TV’yan. Piştî demekê, xîtabeta Hitler herkesî dike bin bandora xwe. Ew çiqasî qala Elmanan û nîjada wan dike, xelk bêhtir hez jê dike. Ew çiqasî di bernameyan de li dijî biyaniyan diaxive, xelk ewqasî zêde jê hez dike. Lê di cihekî de dibînin ku Hitlerî kûçikek kuştiye. Gelê Elman ê modern nerazîbûneke pirr mezin nîşan dide! Ev jî wek: Heger kesek ne Elman be û bê kuştin, xem nake, lê heger kûçikekî Elmanan bê kuştin, kujer Hitler jî be, mesele ye. Yanî civak di asteke wisa de ye ku mirov nikare bi awayekî derûnî yan jî zanistî şirove bike!

Di filmî de Hitler bi xwe dibêje, Elmanan ew hilbijartiye û min qala xeyalên wan ji wan re kir û wan jî bawer kir û dan dûv şopa min. Û di dewamê de ew dibeje, gel wek piyanoyekê ye û ew jî xweş dizane li piyano bixe. Yanî gel jê re wek amureke mûzîkê ye, ew kîjan notaye lê de, gel jî xwe li gorî wê notayê dizayn dike. Bi rastî jî ev gotin, tam li gorî civakên paşverû ye ku xilasbûna xwe ne di cewhera civaka xwe de lê di dîktatorekî dîn de dibînin. Pirr dişibe Tirkiyeya Modern!  

Wekî din jî jixwe hewce nake “Ew” dîsa li me vegere! Jixwe yên ku îro kare Hitler dewam dikin, pirr in. Rast e, belkî weke Hitler qetlîamên mezin di demeke kin de nakin. lê bes “Ew” qetlîamên xwe li demê belav dikin. Her roj bi dehan  Kurd, Ereb, Efxan, Filistinî yan jî Ukraniya dikujin. Hitlerên modern, di nava me de ne û bi me re dijîn! 

Kurt û Kurmancî, li filmê “Er ist Wieder da” temaşe bikin û rewşa civaka Ewrûpayê kêm û zêde fêm bikin. Îro gelek welatên Ewrûpî bala xwe didin dengê partiyên rastgir. Her hilbijartin jî partiyên rastgir rayên xwe zêdetir dikin û dikevin nava hikûmetan, yan jî bi xwe dibin hikûmet. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.