Heta dawiya emrê xwe xizmet kir
În 22 Tebax 2025 - 03:42
M.ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG
30 salan zêdetir mal bi mal, derî bi derî geriya û xizmeta gelê xwe kir. Bijîşkan digotin divê tu rawestî, lê wî heta dawiya emrê xwe têkoşîn kir.
Nezîr Altin ê li Elmanyayê 30 salan zêdetir ked da têkoşîna azadiyê ya Kurd, jiyana xwe jidest da. Altinê ku li goristana Ojnedorf hate veşartin, li derdora Hambûrgê bi nasnameya xwe ya welatparêz dihat nasîn û hezkirin.
Nezîr Altinê ji navçeya Omeriyan a Mêrdînê bû, di temenê biçûk de bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hevalê wî yê zaroktiyê û têkoşînê Mehmet Aydin wiha qala jiyan û têkoşîna wî kir:’’Bi hevrê Nezîr re nasîna me ji zaroktiyê ye. Em ji heman gundî tên hesibandin. Ew bi xwe jî xwişk-birayên wî jî xwedî li nasnameya xwe ya Kurdbûnê derdiketin. Ji ber xebatên xwe yên milîsiyê yên di temenên ciwaniyê de, bû hedefa dewletê. Ji ber zextên dewleta Tirk, neçar ma koçberî Elmanyayê bibe. Lê li vir jî navber neda têkoşîna xwe. 30 salan zêdetir, mal bi mal, derî bi derî geriya xizmeta gelê xwe û partiya xwe kir. Tevlî karwanê şehîdan bû. Berê jî nexweşiya xwe ya dil hebû. Bijîşkan digot divê tu îstîrehet bikî, lê wî heta dawiya emrê xwe têkoşîn kir.’’
Nezîr Altin, bi qasî ku li Elmanyayê bû, di xebatên civakî, xebatên meclîsan û komîsyona aştî û lihevanînê de, di gelek xebatan de roleke aktîf bicîhanî. Her karekî ku wergirt, bê dudilî bicîhanî, weke kesekî çavreş û bêwestan dihate nasîn. Di belavkirina weşanan, xebatên rêxistinkirinê û danûstandina gel re, berpirsiyariyê girîng wergirtin.
Altin di 3-4 salên dawî de bi pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê mijûl bû û du caran emeliyana dil derbas kir. Altinê 64 salî, zewicî bû û bavê 7 zarokan bû. Roja 11’ê Tebaxê Duşemê, ji ber nexweşiya li mala xwe, ew rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû destwerdanan jî jiyana xwe ji dest da. Altin, roja 20’ê Tebaxê li goristana Ojendorf a li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, piştî wecîbeyên olî, bi tevlîbûna malbat, xizm û hevalên xwe yên têkoşînê, ew spartin axê.