ENKS’ê ti bersiv nedaye
Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 03:10
Derbarê rewşa Suriyeyê ya dawî, sekna Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û avakirina yekrêziya Kurdî de, Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo axivî.
Salih Gedo da zanîn ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di demeke dîrokî û hesas re derbas dibe, Kurdan ji Serhildana 12`ê Adarê 2004`an de pêşengtiya şoreşa Sûriyeyê kiriye; bi hezaran şehîd dane, destkeftî hatine bidestxistin û wiha got:’’Niha jî pêvajoyek nû dest pê kiriye. Me weke Rêveberiya Xweser, Partiyên Rêveberiya Xweser û yên nêzî Rêveberiya Xweser ji roja yekemîn a hilweşîna rêjîmê re, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk amadebûna xwe ya ji bo danûstendina bi hikumeta nû re eşkere kiriye.” Salih Gedo bi bîr xist ku bi salan e di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û ENKS`ê de li Rojavayê Kurdistanê danûstendin hene, niha jî van hewldanan didomînin. Gedo da zanîn ku hin welat jî di vê mijarê de destek didin wan û got 9`ê Kanûnê, di bin sernavê “di vê aloziyê de em yekrêziya Kurdî bi cîh bikin” de partiyên PYNK’ê civiyane û şandeyek Fransî jî tevlî bûye. Salih Gedo da zanîn ku di civînê de nêrîna hevpar a wekî, “Em ji bo diyalogeke bê qeyd û şert amade ne, dengê me bigihînin ENKS`ê, kengî bixwazin em ê bi wan re bicivin. Heke di navbera me de nakokî hebin em wan nakokiyan deynin aliyekî” derketiye holê.
Civîna şandeya Fransî bi ENKS’ê
Salih Gedo anî ziman ku şandeya Fransî piştî civîna wan bi ENKS`ê re civiyaye, lê heta niha ji aliyê wan ve ti bersiv nehatiye dayîn û got:“Tişta ku em ji ENKS`ê dibihîzin ev e; `Em beşek in ji opozîsyona li Stenbolê, danûstendina me wê bi rêya opozîsyonê re be.’ Em dizanin ew opozîsyon girêdayî ajandeyên dewleteke herêmî ye ya ku dixwaze Kurdan tune bike, ev pirsgirêkek mezin e.” Salih Gedo bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku dewleta Tirk bi şer, plan, zexta li ser hêzên navneteweyî û dewletên ku destê wan di aloziya Sûriyeyê de hene, dixwaze Kurdan ji herêmên wan derxîne û wan tune bike. Salih Gedo da zanîn ku ew dixwazin bi yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelê xwe biparêzin û di nava vê guhertina li Sûriyeyê de bernameya tevgera Kurdî bidin pêş û got:“Divê Kurd weke bedenekê li Sûriyeyê xwedî roleke taybet be, karibin xwe bigihînin cihê biryarê da ku mafê xwe misoger bikin. Pêwîste di vê rewşa dîrokî de tevgera siyasî ya Kurdî bi kêmanî yekrêziya xwe bi cih bike. Dema em bibin xwedî yek helwestê, wê dostên me jî piştgiriya me bikin û bawerim em ê karibin bigihîjin peymanekê. Divê dualîbûna tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistan nemîne û qedexe be. Pêwîste partiyên Kurdistanî ji bo pêkanîna yekrêziyê alîkar bin û rê bidin ku partiyên li Rojava biryareke xwe ya serbixwe bidin.”
ANHA/SÎMA BIROKÊ