Salên xwendekariyê bûn. Bi navê Payiz hevaleke me hebû. Sekn û weziyeta Payizê şêl û weşeke xwerû xwezayî dida der. Wekî ya me hemûyan Tirkiya Payizê jî Tirkiyeke şikestî bû.
Erê, Tirkiyeke şikestî.
Lê cardin jî ev yek hal û ehwaleke cihê, ew qasî jî xwebarî lê bar dikir. Her çi qas dengê wê şolî bû jî, lê pirr dixwest bistirê. Weku dixwaze hema hemû têlên jengarî yên xwe li ruhê wê lefandine biqetîne û bi derbekê heta jê bê biqîre:

Hêjîra çiya yî
Lê lê lê lê lê
Delala çiya yî
Darhejîrokê
Xemrevînokê…

Na, nedibû! Qethiyen bi vî zimanî nedibû. Ji lewra ji mêj ve qeyd lê hatibûn xistin. Lê her ku distriya, bixwebawerî û xweşhaliyek li wechê wê peyda dibû.
Erê, bixwebawerî û xweşhalî. Serketina herî mezin. Çeka herî qewîn.
Wê wextê, pîvan û qistasên me yên dengê xweş çi bûn nizanim, lê qesda me ya ji xweşbûnê dengekî “êşbar û bieziyet” bû.
Erê, êşbar û bieziyet!
Bi ser de jî yên arabesk. Yên kirasê me berevajî li me dikirin.
Lê te digot qey li hemberî evana alerjiyeke Payizê hebû. Wekî bibêje, “ev ne li gor ruhiyeta min in” û di dersa muzîkê de tim stranên ecêb digotin.
Erê, stranên ecêb. Li gorî me ecêb.
Û zaf hej ji stranekê dikir. Miheqeq di her dersa muzîkê de ew stran digot û wexta digot, tim li Evdilrehman dinihêrî. Wê û Evdilrehman qet li hev du nedikir. Ji lewra Evdilrehman jê hez dikir. Lê ji bo wê “hezkirin” dijraberî û averêyeke Payizî bû.
Erê, hezkirin dijraberî û averêyeke Payiziyî bû.
Hezkirina mêrekî ya ji bo jinekê, li ber dilê Payizê reş bûbû! Nizanim çima! Ji ber vê Payizê  “kotiyê pîs î heram” bi Evdilrehman vedikir.
Erê, kotiyê pîs î heram.
Hezkirin li me herimand!
Min qet bîr nedibir, wê wextê bê ka cîhan û xwezaya Payizê tiştekî çawa bû? Lê Evdilrehman yekî “xwexwaz û xweperest” bû. Nanê xwe tim bi xwe re payê dikir. Yanî bi gotina Payizê “çavbirçî” bû.
Erê, çavbirçî.
Xisleta Payizê bereksê navê wê cireke şên bû. Muhtewayeke şilfîtazî bû. Berbehs bû. Li hawirdoreke hejar, li hawirdoreke gurên birçî, li hawirdoreke tirs û xof, lê ferhengek dewlemend bû. Ji bêgavî qîma xwe bi ferhenga li paş pirtûkan dihanî. Dikefirî, dida xwe ku bi wê ferhenga bûbû kulî û hema zimanê wê dixwar, tiştine nebûyî biafirîne.
Erê, tiştine nebûyî. Li wê ferhengê muhtewayeke şilfîtazî.
Belê. Her ku dersa muzîkê dihat Evdilrehman destê xwe bilind dikir. Bi zimanê ku bûbû kulî û her roj ji zimanê wî dixwar. Lê tew di eynê xwe re jî dernedixist. Li Payizê dinihêrî bi kirhî û dest pê dikir:

“Al Fadime’m bal Fadime’m
Yanakları gül Fadime’m…”

Piştî wî demildest Payizê destê xwe bilind dikir. Li Evdilrehman dinihêrî. Mahdê xwe tirş dikir. Û wê strana pirr hej jê dikir, digot:

“Evdilrehman Efendi
Damdan düştü geberdi…”

Û dibû tîqetîtîqa me. Em ji xwe diçûn…
….

Sal borîn, demsal li ber ketin. “Cerdevanên namûsê” hem bîranên min qurifandin hem demsaline xweşik ji umrê min xwarin; demsaline eynî wekî şair dibêje: "Min çend payizên sar germ kirin, ji bo her tiliyên te…"*
Erê. Min çend payizên sar germ kirin, ji bo her bîranînên te…
Eynî ro li nîvro li nêv Amedê wekî li wê sikakê.
Li ber taldeya wî dîwarê nizmik çend pirtûkên lodkirî û çenteyek ku bê çend payizên Melekê germ kiribûn, naka şînê girêdidin li dû wê.
Erê. Li wê sikakê muhtewayek şilfîtazî.
Cardin bîranîne qurifandî.
Cardin demsaline derbxwarî.
Û cardin em li ber her tiştî dikevin, lê bi tu tiştî re eleqedar nabin!**

* Deri, Yildiz Çakar
** Amin Maalouf