Em ne li gorî ti qanûnan e

În 26 Nîsan 2024 - 02:55

  • Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar got: Dewleta Tirk çi dike bila bike, nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve.

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar tevlî televîzyona Medya Haber TV bû û mijarên di rojevê de, bi taybetî şerê li Kurdistanê nirxand. Şerda Mazlûm Gabar anî ziman ku li Kurdistanê şerekî gelekî giran diqewime û got:"Dibe ku şer hîn belav bibe. Ji ber ku van rojan trafîka dîplomasiyê jî gelekî zêde ye. Ya rast ev yek serdemek e. Rêbertî di Newroza 2013'an de tiştekî bi vî rengî gotibû, 'Eger ev pêvajo xera bibe, yan jî li gorî ku tê xwestin neyê meşandin, şerê ku li Kurdistanê biqewime wê şerekî ji rêzê nebe. Ev rastî piştrast bû. Li Kurdistanê êdî şerê gerîla jî bi taktîkên berê nayê meşandin. Rêbertî hîn di wê demê de diyar kir ku pêwîstî bi jinûve avabûnê heye. Nîqaş li ser wê yekê hate kirin ku gerîla çawa dikare xwe jinûve ava bike. Ji ber ku di şerê heta niha de gavên girîng hatin avêtin, lê dîsa jî Rêberê me rexne kir. Yanî rexne li me dihate kirin ku di şer de dogmatîk dimînin, di taktîkê de afirîneriyê nakin. Dikarim vê yekê bibêjim; ji sala 2014'an û vir ve, bi taybetî jî ji sala 2015'an û vir ve pêvajoya şer bi giranî hate meşandin ku dewleta Tirk jê re 'Plana Têkbirinê' gotibû. Ev yek dihate wateya qirkirina gelê Kurd, tasfiyekirina PKK'ê. Ev yek çiqasî pêk anî yan jî pêk neanî ji xwe tê dîtin. Her carê dibêjin em ê îsal biqedînin. Niha jî dibêjin em ê vê havînê biqedînin. Ji bo havînê 2 meh man e, gelo wê çawa karibin tevgereke ewqasî mezin biqedînin? Ev rewş veguherî rewşeke trajîkomîk. 

Di şer de doktrîna nû

Piştî sala 2019'an şerekî gelekî giran hate meşandin. Lê di dawiya dawî de gelek tişt bi me da qezençkirin. Di doktrîna şer de rûpelekî nû hate afirandin. Bi taktîkên xwe, bi taybetî jî di şerê xwe yê ji sala 2020'î heta 2024'an de ev yek nîşan da; Li Kurdistanê gerîlatî tine nabe, li cîhanê tine nabe, gerîla nikare bê kontrolkirin. Dema ku mirov li vê rastiyê dinihêrin, tê dîtin ku Gerîlatiyên Azadiyê yên Kurdistanê winda nekirine, lê dewleta Tirk winda kiriye. Dibêjin em ê bi rêbazên ne ji rêzê pêk bînin, gelek noker, hêzên xayin, PDK ber bi aliyê xwe ve kişandin, her cûre çekên qedexekirî bi kar anîn. Ji taktîk nukleerê heta bi çekên kîmyewî û gazên cûr be cûr. Ji Bolû, Kayserî, Foçayê, ji her derê tûgay anîn. Dema fermandarek bi ser neket ew ji wezîfeyê dûr xistin, yên nû xistin şûna wî. Gelek hatin Zapê û çûn. Herî dawî yekî din anîn, temenê wî jî kêm maye. Kê tînin bila bînin, çi dikin bila bikin li hemberî bawerî, dilsozî û performansa Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya di şer de, li hemberî serweriya taktîkê û afirîneriya gerîla, derfetê dewleta Tirk ê serketinê nîne. 

Projeya GAP’ê pêşkêş dikin

Dewleta Tirk niha dîplomasiyê dimeşîne. Ji Hewlêr, Bexda bûne mîna bajarekî Tirkiyeyê. Timî diçin û tên. Dixwazin sînorê Mîsakî Mîllî temam bikin. Dibe ku hikumeta Iraqê baş bi dîroka Tirkiyeyê yan jî kevneşopiya Osmanî nizanibe, lê belê dema destê xwe da, wê milê xwe winda bike. Sozên dişibin projeya GAP'ê pêşkêş dikin. Dibêjin, em ê rê ji we re çêbikin, avê bidin we, elektrîkê bidin we. Lê belê divê bi vê yekê zanibin; armanc ji vê yekê tenê tasfiyekirina PKK'ê nîne. Rast e, ew PKK'ê li pêşiya xwe weke astengiyeke mezin dibînin. Dixwazin dagirkeriyê hîn berfireh bikin. Ji bo gelê Ereb, xaka Ereb bixin bin serweriya xwe dixwazin vê yekê bikin. Eger di vê siyasetê de israr bikin û Iraq jî, PDK jî rast nenirxîne -Bi qasî ku em dibînin zêde rast nanirxînin- ev rewş wê li serê wan bibe bela. Dixwazin Iraqê bidin aliyê xwe, Îranê bêbandor bikin û Sûriyeyê tevlî vê tifaqê bikin, bi vî rengî armancên xwe yên mêtingeriyê pêk bînin. 

Qanûna me ya azadiyê ye

Iraqê gotibû, ez PKK'ê weke rêxistineke terorê nabînim, lê belê rêxistineke li derveyî qanûnan e. Di televîzyonên xwe de, di çapemeniya xwe de mîna ku serketineke mezin e, mîna şoreşê nirxandin. Lê belê rastiyeke bi vî rengî ji xwe heye; em ti carî nebûn rêxistinek ku li gorî qanûnan e. PKK her tim rêxistineke li derveyî qanûnan bû. Ne li gorî qanûnên Iraqê, ne li gorî qanûnên Tirkan, ne li gorî qanûnên Emerîkayê. Tenê qanûnek heye ku PKK li gorî wê tevdigere, ew jî qanûna azadiyê ye. Ji bilî van ji xwe li her derê li derveyî qanûnê ye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.