Pîrozbahiya gerîla ya bi heybet

Şemî 23 Adar 2024 - 00:47

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şahiya Newrozê bi merasîma leşkerî destpê kir. Di merasîmê de Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Xelat Şemsê axivî û got: “Di roja me ya îro de hesab ji zihniyeta desthilatdar û faşîst tê pirsîn. Bi pêşengiya Rêber Apo dîrok xwe ji nû ve diafirîne. Li ser koka xwe ji nû ve şîn dibe. Jiyaneke azad tê xwestin. Berxwedaneke bê hempa tê raberkirin. Mirov dikare vê yekê bibêje ku bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo, kelha zaliman hildiweşe û car din jiyaneke bi rûmet, wekhev û azad tê afirandin. Bi pêşengiya Rêber Apo mîrateke pir mezin tê afirandin, jiyan û hebûneke nû tê afirandin. Lewma Partiya me, Partiya Newrozê ye. Xwedî derketina li Newrozê, xwedî derketina li Rêber Apo ye. Xwedî derketina li Newrozê, xwedî derketina li nirxên gelê Kurd e. Ji bo vê yekê divê her mirovek Kurd, her mirovê ku li azadî û wekheviyê digere, li ser rêya heqîqeta Rêber Apo gavên herî rast bavêje. Bi vê wesîleyê em jî faşîzmê hilweşînin. Yên ku vê yekê bi ser bixîne, wê gelên mazlûm bin, gelê Kurd be, gelên Rojhilata Navîn be. Li vir ya ku bi ser bikeve, xeta Azadiyê ye.

Lewma em jî dibêjin ku ev Newroz wê bibe Newroza Rêber Apo, ev Newroz wê bibe Newroza Serketin û aştiyê. Wê bibe serketina şerê gelan.”

Em ê Rêber APO azad bikin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ev tişt diyar kirin:

Şoreş Beytuşşebap: Em ê vê Newrozê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em Newroza hemû dayikên aştiyê, gelê Kurd ê welatparêz bi ruhê îro car din pîroz dikin.

Dilgeş Erdal: Newroza sala 2024’an wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne û ji hemû gelan re azadiyê bîne.

Arîn Mîlat: Weke gerîlayên YJA Star û HPG’ê em di vê îdîayê de ne ku em ê şerê xwe yê azadiyê bigihînin lûtkeyê. Îdîaya me mezin e. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Bêrîtan Botan: Divê her ciwanê ku dilê wî/ê ji bo azadiyê lêdide, tevlî nava refên gerîla bibe. Em car din Newroza hemû gel û netewan pîroz dikin.

Tevî barana zêde jî, gerîlayan agir vêxistin û govend gerandin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.