Pîlana dagirkeriyê têk diçe

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:15

DELAL AKYÛZ / MA / ÎZMÎR

Rayedarên AKP'ê, beriya hilbijartinê çend serdan li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Di daxuyaniyên derbarê hevdîtinan de jî işaret bi êrişên nû hat kirin. Zanyarê Siyasetê Sînan Onal, planên êrişên nû yên AKP'ê û MHP'ê û bandora hilbijartinê ya li ser vê rewşê nirxandin. Onal diyar kir ku Tirkiye li dû "xeyalên Osmanîtiyê" ye û got:"Tirkiye dixwaze li Sûriye, Iraq û Kurdistanê hegemonyaya xwe ava bike. Utopyayeke wiha heye. Tirkiye ji bo pêkanîna vê xwest ji nakokiyên di nava NATO û Şengayê de sûdê wergire. Bi awayekî fermî endama NATO'yê ye, lê wekî ne endama wê be tevdigere." Onal destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê encam negirtine û wekî çareya dawî jî bi rêya hevdîtinên dîplomatîk êrişeke nû armanc dike û got dibe ku cihê êrişên nû Garê be:"Dixwazin li ser Başîqa û Mûsila ku berê hatibû dagirkirin, serweriya xwe bi dest bixin. Ji bo rewakirina vê yekê bi Îran û Iraqê re hevdîtinan dikin. Iraqê bi avê û çeteyên ku wan ew perwerde kirine tehdîd dike. Bi soza beramberî Rêya Hevrişimê rêyeke nû û şandina petrol û gazê ya di ser Tirkiyeyê re vîzeya dagirkirinê çêdike. Di vê çarçoveyê de, rayedarên îstîxbaratê û leşkeriyê yên Tirkiyeyê, li Iraq û Herêma Kurdistanê hin hevdîtin kirin. Heyetên ji Iraq û Başûrê Kurdistanê jî hatin Enqereyê. Hevdîtin wê di 22'yê Nîsanê de jî dewam bikin. Civîna Qesra Spî ku bi salan e lobiya wê dikin jî, wê di 9'ê Gulanê de pêk bê. Li vir wê dagirkirina başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê minaqeşe bikin."

Qerta sor didin PDK’ê

Onal li ser têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re jî got, têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re li dijî destûra bingehîn a Iraqê ne. PDK naxwaze bikeve hilbijartinên ku wê li Herêma Kurdistanê bên kirin û got:"Eger bikevê îhtîmala ku çawa li Tirkiyeyê gel qerta sor di 31'ê Adarê de da AKP'ê, ew jî wê qertê bibîne. Gel li dijî vê hevkariyê ye." Onal destnîşan kir ku polîtîkayên AKP'ê Tirkiyeyê anîne asteke neveger û got:"Ne pêkan e ku ev doktrîn piştî 31'ê Adarê bidome." Onal destnişan kir ku Erdogan û hikûmeta wî kulek bûne û got:"Di hilbijartinên 31'ê Adarê de rewabûna hikûmeta wî nemaye. Ma wê desthilateke ku rewabûna wê nemabe çiqasî karibe di polîtîkayên şer de israr bike? Tiştên li Wanê qewimîn bi xwe jî nîşan didin ku karê Erdogan û şûrekaya wî ne hêsan e. Muxalefeta Tirkiyeyê û Kurdistanê li ser mafe bijartinê li hev kirin. Lewma dagirkirina ku bixwaze bike jî wê bişikê." Onal da zanîn ku di vê pêvajoyê de helwesta gelê kurd wê diyarker be. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.