Em li girtiyan xwedî derkevin
Duşem 18 Adar 2024 - 00:35
Dayika Zulkuf Gezen Havva Gezen, ku kure wê Zulkuf li dijî tecrîda li Îmraliyê agir berdabû bedena xwe bal bire ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza “Azadiya Abdullah Ocalan’’ û got, ‘’Divê em li zaroyên xwe xwedî derkevin.’’
Zulkuf Gezen di greva birçîbûnê de ku mijdara 2018’an dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dest pê kiribû, 17’ê Kanûna 2019’an li Girtîgeha Nimro 2 ya Tîpa F’ê ya Tekîrdagê agir berdabû bedena xwe û şehîd bûbû.
Di ser çalakiya Gezen re 5 sal derbas bûn lê tecrîda li Îmraliyê dîsa hate jidandin. Dayika Gezen, Havva Gezen di salvegera şehîdbûna kurê xwe de bang li her kesî kir ku xwedî li girtîgehan derbikevin. Dayik Gezen destnîşan kir ku lawê wê Gezen zarokekî pir comerd bû û wiha axivî: “Dema ku du zarokan şer bikira, diket navbera wan û ji wan re digot ‘Hûn heval in, şer nekin.’ Ji alîkariyê hez dikir, hestiyar bû. Di dibistanê de taybetî jî dema lîseyê de pir serkeftî bû.”
Di salvegera Helebçe de çalakî kir
Gezen, diyar kir ku lawê wê di demeke wiha de ku zext li ser girtiyan zêde dibû çalakiya xwe li dar xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şert û mercên çûn û hatina girtîgehan zehmet bûn. Li ser girtiyan gelek zext hebûn. Zulkuf ji me re qala zehmetiyan dikir. Ew çalakiya xwe ji bo şert û mercên giran ên girtiyan li dar xist. Çalakiya xwe di salvegera Komkujiya Helebçeyê de pêk anî. Dema em çûn serdana wî pir bi moral bû. Pirsa hevalên xwe û derve dikir.”
Em serbilind in
Di berfirehiya axaftian xwe de Gezen destnîşan kir jana lawê wê hêj nû ye û wiha pê de çû: “Erê ne di nav me de ye lê tim di dilê me de ye. Min navê wî da neviyê xwe. Ez jê re dibêjim ‘Zulkufê biçûk.’ Niha bavê ‘Zulkufê Biçûk’ jî girtî ye. Piştî şehadeta Zulkuf ji ber dozeke siyasî ya kevn hate girtin. Ji ber navê kurê xwe kiriye Zulkuf di îdianameyê de wek sûcdarî derbas dibe. Anku ew jî ji ber birayê Zulkuf e hate girtin. Tevî van hemûyan jî em serbilind in. Dê Zulkuf her tim bijî.”
Em li Rêbertî xwedî derkevin
Gezen bal bire ser grevên birçîbûnê yên dom dikin û ev bang li her kesî kir: "Bila êdî mirin çênebin. Divê em Kurd xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Divê em xwedî li zarokên xwe yên di girtîgehan de ne derbikevin. Ji bo ev pêk were divê em bibin yek.”
Gezen di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em di meha adarê de ne. Ez meha adarê ya şehîdan bi rêzdarî bîr tînim. Li pêşiya me Newroz heye. Ez hêvîdar im ku ev Newroz wekhevî, aştî û azadiyê bîne. Dibêjim ‘Newroz pîroz be.’”
MA/AMED