Em li dijî êrîşan serî natewînin

În 4 Cotmeh 2024 - 02:15

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut a ku li Amedê di serdegirtina malan de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştre hat berdan wiha got:” Çiqas jî êriş li dijî saziyên ziman û çandê yên gelê Kurd bê kirin jî em ê dev ji xebata xwe bernedin. Ev êriş bi salan e bi awayekî sîstematik li dijî nasnameya gelê Kurd tê kirin.’’

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Şukran Yakut a ku li Amedê di girtina bi ser  malan de ji aliyê polîsan ve hatî binçavkirin û piştre hat berdan anî zimên ji avabûna komara Tirk ve zimanê Kurdî tim bûye hedef û got,’’Bi milyonan Kurd li vî welatî dijîn lê belê zimanê wan qedexe ye. Kurd li vî welatî bacê didin lê belê wekî ziman ji gelek mafên xwe bêpar hatine hiştin. Bi planên wekî Şark Islahatê asîmilasyona ji ser zimanê Kurdî hîn dijwartir bû.”

Hewceyî bi têkoşîna hevpar heye

Şukran di pêşketina zimanê Kurdî de bal bir ser têkoşîna hevpar û wiha got:”Girîngiya ziman û rola jinan a di pêşketina ziman de bi hev re girêdayîne. Jin çiqasî pêş bikevin ziman jî ewqas girîngiya xwe diparêze. Di heman demê de jî ziman wekî zarokeke mirov e. Mirov çiqasî li gor pêwistiya wê zarokê nêz bibe ew ê ewqas kesayeteke xurt derkeve holê. Lê ev kesayeta xurt jî bi têkoşîneke hevpar a di nava malbatê de encax derkeve holê. Divê em hemû barî tenê li ser milê jinê bar nekin û tenê jinê sûcdar nekin. Ji bo pêşketina zimanê Kurdî têkoşîneke hevpar lazim e.”

Bila Kurdî fermî bibe

Şukran da zanîn zarokên Kurdan ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar tên hiştin û wiha dewam kir:”Mixabin wekî her sal zarokên Kurd îsal jî li Kurdistan û Tirkiyeyê ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatin hiştin. Ev jî yek ji amûrên asîmîlasyonê yê pergalê ye. Em ê jî li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê di parastina zimanê xwe de bi israr bin. Em ê bêjin bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.” 

Xebatên ji bo zimanê Kurdî 

Şukran bal kişand ser xebatên MED-DER’ê, diyar kir asîmîlasyon ji diibistanan dertê heta bi malan berbelav dibe û got,’’Em dixwazin hişmendiya zimanê Kurdî li her derê belav bibe. Me gelek caran ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve bi zarokan re atolye jî li dar xistiye. Ji bo jin hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî bibin em atolyeyan li dar dixin. Polên me yên bi zaravayên Kurdî, bi dimilkî û kurmcanî hene. Em di heman demê de bi saziyên çand, wêje û hunerê jî li ser pêşketina ziman, wêje û çanda Kurdî xebatên hevpar dimeşînin. 

Feraseta yek al, yek ziman serdest e 

Şukran di heman demê de bal kişand ser bêparhiştina mafê tedawiya yê bi zimanê dayikê, mînaka Yadê Fatma da û got,’’Loma dayika Fatmayê êşa xwe nikaribû bianiya ziman. Li hemû saziyan feraseta yek al, yek ziman, yek netew serdest e û zimanên dinê li van saziyan tune tên hesibandin.Mirovên nikarin bi zimanê xwe pirsgirêkên tendirustiya xwe bînin ziman mixabin nayên tedawîkirin.’’

Redkirina navê 'Rindêxan' bêtehemulî ye 

Şukran di heman demê de bal bir ser redkirina navê Kurdî "Rindêxan" yê ji aliyê Şaredariya Farqînê li parkekê hat kirin û got,’’Em vêya bi tundî şermezar dikin û em dibêjin bila ev bêtehemuliya li hember zimanê Kurdî bi dawî bibe. Divê her kes bi ziman û çanda xwe bijî û bikaribin navên li gor ziman û çanda xwe li parkên xwe bikin."

Em li dijî êrîşan serî natewînin

Şukran herî dawî bal bir ser biserdegirtina saziyên çand û ziman û desteserkirina pirtûkan a ji aliyê polîsan ve û wiha got:”Çiqas jî êriş li dijî saziyên ziman û çandê yên gelê Kurd bê kirin jî em ê dev ji xebata xwe bernedin. Em ê hîn zêde bixebitin û bi ser kevin. Ev êriş bi salan e bi awayekî sîstematik li dijî hebûn û nasnameya gelê Kurd tê kirin. Lê ya girîng ew e ku em hêz, rêxistinbûyin, xebat û têkoşîna xwe hîn zêdetir xurt bikin û çongê daneynin. Em li dijî êrîşan serî natewînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.