Em li benda gavên hikûmetê ne
Şemî 12 Nîsan 2025 - 03:40
Rêber APO di 27’ê Sibatê de "banga sedsalê" ya wek "banga aştî û civaka demokratîk" tê binavkirin kir. Piştî bangê guherîna destura bingehîn ji nûve hat rojevê. Sekretera Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez der barê bangê de nirxandin kir. Menîce Gulmez da zanîn ku bi salane ji bo aştiyê têdikoşin û bi banga sedsalê re gavên hatine avêtin bi nirx û girîng dibînin û got:“Gava hatiye avêtin ji bo êdî kes nemirin, girtî bên berdan û windahî ji holê rabin hatiye avêtin. Kurd bi salane ji bo aştiyê têdikoşin. Em PÎA vê gavê girîng dibînin. Lê divê berdewama vê gavê bê. Lê mixabin em ji bilî çend gavan wekê din tiştekî nabînin. Qeyûm û girtin didomin. Desthilatdarî tenê wek gava siyasî piştgiriyê dide pêvajoyê. Em Kurd dixwazin gavên şênber bên avêtin. Ji ber bi wan re jî kelecan hat afirandin.Em li pratîkên dewletê dinêrin tu car gavên samîmî nehatine avêtin. Ji ber dema mijar dibin Kurd, gavên ku dewlet davêje bi guman in. Ji bo pêvajoyê ji bo aştiyê divê her kes gavê bavêje. Lê ew dixwazin tenê Kurd xwe feda bikin. Ji bo samimiyeta pêvajoyê bê fêmkirin divê AKP-MHP gavên şênber bavêjin. Divê di serî de birêz Ocalan û girtî bên tahliyekirin. Divê dawî li pêkanîna qeyûman bînin. Divê mafê ziman bê parastin. Divê xebatên destura bingehîn bên kirin. Em ji desthiltdariyê van gavan dipên.”
JINNEWS/RABIA UNVER