Em êrişên li Rojava qebûl nakin
Çarşem 28 Çile 2026 - 03:25

Mirova Şemiyê Feryal Çelîk û Dayika Aştiyê Gulsum Dag diyar kirin ku ji ber dorpêça Kobanê zarok jiyana xwe ji dest didin û gotin: “Em naxwazin tu kes bê kuştin. Aştî tiştekî xweş e.”
Ji 6'ê Çileyê vir ve çeteyên HTŞ û DAIŞ'ê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrişî Rojavayê Kurdistanê û nexasim Kobanê dike. Çete zarokan, jin û kal û pîran dikuje. Kobanê ji aliyê van çeteyan ve hatiye dorpeçkirin. Li Kobanê av û ceryan hatiye qutkirin. Ji ber dorpêçê li Kobanê 5 zarok ji ber sermayê mirin. Li Qamişloyê jî yek jê zarok du kes ji ber sermayê mirin.
Êrişên giran û dijwar ên li dijî gundewarên Kobanê û Hesekê bênavber didomin. Hêrsa gelê Kurd û dostên wan jî li Kurdistan û çar aliyên cîhanê li dijî êrişên qirkirinê berdewam dike. Dayikên Aştiyê jî li her derê nerazîbûn nîşanî êrişan didin.
Mirova Şemiyê Feryal Çelîk û Dayika Aştiyê Gulsum Dag bal kişandin ser êrişên li dijî Rojava.
Feryal Çelîk diyar kir ku li ser Rojava îro êrişên qirkirinê û dijwar hene û got: “Her derê Kurdistanê li ser gelê Kurd zext heye. Zarok û jin tên kuştin. Lê em dizanin ku heke alikarî nedin HTŞ'ê ew nikarin van tiştan bikin. Kurd her dem hedef bûn. Îro DAIŞ ji hêzên din cesaeretê digire û êrişî gelê Kurd dike. Ji ber dorpeçê zarok nikarin bijîn û jiyana xwe ji dest didin. Em van êrişan qebûl nakin.”
Dayika Aştiyê Gulsum Dag jî ani ziman ku ew êrişên li ser zarok û jinan şermezar dike û wiha got: “Ev çend meh bû li Rojava şer tunebû. Gel di nava aştiyê bû. Lê dîsa êriş dest pê kir. Em aştiyê ji her kesî re dixwazin. Aştî tiştekî baş e. Îro zorak bi sedema sermayê jiyana xwe ji dest dide. Em naxwazin tu kes bê kuştin. Aştî tiştekî xweş e. Dayikên Aştiyê aştiyê dixwaze. Şer başiyê nade tu kesî, lê aştî tesîrek erênî li ser her kesî dike.”
AW / STENBOL / OMER DEMÎR









