Em ê tola şehîdên xwe hilînin

Yekşem 12 Adar 2023 - 15:36

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Ji destpêka sala 2023’yan ve dewleta Tirk a dagiker 2 caran Şengal bombebaran kiriye û di encama wan bombebaranan de 3'ê Fermandarên civaka Êzîdî şehîd bûn. Li hember van êrişan heya niha dewleta Iraqê bêdeng e û ti nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk nedaye. Endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Biro Berkat û Endamê Meclîsa Komalgeha Borik Seadûn Yûsif têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivîn.

Endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Biro Berkat got, ev kesên ku bi dewleta Tirk û PDK'ê re dibin alîkar, xayîn in û wiha peyivî: “Ew, kesên ku ji sala 2014'an ve li ber xwe didin, bi zanebûn dikin hedef. Ji vir heta bi Reqa li ber xwe dabûn heta ku DAIŞ têk birin. Em ê li pêşiya dijminan bibin asteng û tola şehîdan hilînin.”

Iraq me weke welatiyê xwe nabîne

Endamê Meclîsa Komelgeha Borik Seadûn Yûsif bêdengiya dewleta Iraqê şermazar kir û got, “Her roj serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin û di encama wê binpêkirinê de lehengên civaka Êzîdî dibin hedef û şehîd dibin. Em civaka Êzîdî xwe weke hemwelatiyên Iraqê dibînin. Lê mixabin dewlet bi vî çavî li me na nihêre û me wek hemwelatî ji xwe nahesibîne. Em jî tu hêviyê ji dewleta Iraqê nakin, em xwedî ax û şehîdan in. Em ê heta dawiyê bibin piştevanê ax û hêza xwe û rêya şehîdên xwe bişopînin û bibin hêz. Em ê li dijî her dagirkeriya li ser xaka xwe rawestin û em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.