Em ê pitşgiriyê bidin her gavê
Pêncşem 2 Çile 2025 - 02:50
Serokên DEVA, Partiya Gelecek û partiya Saadetê yên Amedê peyamên Rêber Abdullah Ocalan nirxandin. Serokê DEVA Partiyê yê Amedê Remzî Kaymak diyar kir ku ew li peyamên Ocalan neyînî nanêrin û got:"Em bawer dikin ku em ê vî şerê ku 40 sal in dewam dike, bi biratî û aştiyê biqedînin." Kaymak destnîşan kir ku ji bo vê jî ji destê kê çi tê divê bike û got:"Ji lew re vî welatî ji ber neçareserkirina vê pirsgirêkê gelek tişt winda kirine. Êdî divê ev yek li ser zemîneke qanûnî bê çareserkirin. Û di vî warî de çi dikeve ser milê kê divê bike."
Kaymak anî ziman ku tiştekî erênî ye ku wekî navnîşan meclis hatiye nîşandan û got:"Li Meclisê kurd jî hene û her kes jî hene." Ew di vî warî de amade ne ku çi bikeve ser milê wan bikin.
Divê neyê paşxistin
Serokê Partiya Gelecekê yê Amedê Aydin Aytaç jî got:"Pêşveçûna erênî ya vê pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka kurd ji bo me di nav mijarên herî girîng de ne. Ocalan kesekî ku di vê mijarê de xwedî înîsiyatîf e. Li ser rêxistinê serweriya wî heye û di pozîsyona ku dikare talîmatê bide rêxistinê de ye. Xwezî di 2013-2015'an de ev pirsgirêk biqediyaya, lê hat heta roja îro. Lewma divê ev firsend baş bê bikaranîn." Aytaç anî ziman ku hêz û pêkhateyên ku çareseriyê naxwazin hene û got: "Hem hikûmet, hem dewlet û hem jî Ocalan divê îradeyeke pir xurt nîşan bidin. Dibe ku provokasyon çêbibin, berxwedan jî pêş bikeve. Li hember van divê amadekarî hebin." Aytaç destnîşan kir ku divê ev pirgsirêk neyê taloqkirin û di wext de bê çareserkirin.
Divê bi dilpakî nêz bibin
Serokê Saadetê yê Amedê Abdurrahman Ergîn jî got:"Ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê heta hemwelatiya wekhev, ji zext û desthilatdariyê heta maf û azadiyan, ji tundî û pevçûnan heta aştî û diyalogê, ji pêkanînên dijhiqûqî heta dewleta hiqûqê em piştgiriyê didin her gava ku bê avêtin." Ergîn diyar kir ku divê maf û azadî nebin cihê bazariyê û got: "Divê mirov ne li ser esasên berjewendiyê, bi dilpakî nêzî meseleyê bibe." Ergîn diyar kir ku divê di serî de Meclîs û bi giştî hemû partiyên muxalif, rêxistinên civaka sivîl û tevahiya civakê daxilî nava pêvajoyê bibe û got ku ew amade ne piştgiriyê bidin her gaveke tê avêtin.
MA/MUJDAT CAN