Em ê pergala tecrîdê parçe bikin

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:51

  • KCDK-E’yê û Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan têkilî  çalakiya li Strasboûrgê gotin heta ku pergala tecrîdê ya li Imraliyê ya li ser Rêber Apo neyê şikandin ew ê sekn ji wan re nebe. 

KCDK-E'yê têkilî çalakiya 15'ê Nîsanê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bibin ku wê bi dirûşma "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" bê lidarxistin diyar kir armanc ji çalakiyê têkbirina dewleta Tirk a qirker û pûçkirina hêzên komploger ên navnetewî ye û got ew ji bo çalakiyê seferber bûne.

Azadiya Ocalan navenda xebatan e

KCDK-E’yê destnîşan kir civîna li dora Rêber Ocalan civîna li dora rizgariya bingehîn a mirovahiyê ye û wiha got,’’ Em stratejiya hînkirina jiyaneke bêyî Rêber Apo red dikin. Em azadiya Rêber Apo dikin navenda kar û jiyana xwe û li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku 15'ê Nîsanê bi hezaran kesî xwedî li vê armancê derkevin."

Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan bi bîr xist ku çalakiya 15’ê Nîsanê ya li Strasboûrgê wê bi pêşengiya jinan bê lidarxistin û got,’’Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nekin em ê nesekinin.’’

Berdevka Demê ya YJK-E'yê Kezban Dogan diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda bênavber a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin wê di 15'ê Nîsanê de li pêşiya Konseya Ewropa û CPT bi pêşengiya jinan çalakiyekê bikin.

Em ê CPT’yê teşhîr bikin

Dogan bi domdarî got,’’Em YJK-E, li Elmanyayê bi rengê komun, înîsiyatîf û meclîsan bi rêxistin in. Jİ bo tevlîbûneke xurt a li çalakiya 15'ê Nîsanê demeke dirêj e em kar dikin. Karê me bi serdana mal, dikandaran û bi civînan têne meşandin. Saziyên ku em ê çalakiyê li ber avahiyên wan lid ar bixin, di tecrîdê de teqez xwedî rol in. Em ê hem polîtîkayên qirêj ên Konseya Ewropayê hem jî yên CPT teşhîr bikin. Ji bo nîşan bidin ku ew qanûnên xwe binpê dikin û ji bo erk û berpirsyariyên wan ên rakirina tecrîdê bi bîr bixin, em ê li wê derê bin.’’

Heta azadiyê em nasekinin

Dogan têkilî armanca wan a ji çalakiyê jî wiha got: ‘’ Di vê çalakiyê de em ê bang li van saziyan bikin ku li gorî armanca damezrandina xwe tevbigerin. Em ê bang li wan bikin ku di serî de Beyannameya Mafên Mirovan li gorî hemû qanûnên ku mohra xwe danîne binî tevbigerin. Em ê ji wan bixwazin ku li ber tecrîdê rabin ku tecrîd di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya mirovahiyê tê kirin. Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin, em ê nesekinin. Em ê bi vê çalakiyê careke din nîşan bidin ku Rêber Apo îradeya me ye."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.