Em ê pêngavê xurttir bikin

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 02:50

Di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi şîara ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ pêngaveke navneteweyî hate destpêkirin. Civaka Êzidî û gelên Şengalê jî di 21’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî vê pêngavê bûn. Di salvegera pêngavê de, Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê, encamên salekê yên pêngavê nirxand.

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas û endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî ku daxuyanê de axivîn û ji bo sala nû ya pêngava azadiyê hêvî, bawerî û biryardariya civaka Êzidî, jin û ciwanên Şengalê anîn ser ziman.

Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas di destpêka axaftina xwe de bibîrxist ku Rêber Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Girava Îmraliyê di zindanê de ye û ji ber bêdengiya wan a li ber tecrîdê rexne li saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî kir û got:’’Lê kêmasiyên me jî hebûn, em bawer in sala pêşiya me emê gavên xwe xurtir bikin. Em ê li fikrê Serok Apê zêdetir xwedî derkevin. Di fermana 2014’an de ev fikir xwedî li civaka Êzidî derket, heya îro me karî weke Şengala xweser xwe rêvebibin. Hedefa me ya îsal ew e ku Serok Apo ji aliye fîzîkî ve azad be.’’

Endama Komîteya Karên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî jî hemû kes û aliyên ku tevlî pêngava azadiyê bûne silav kir û got:’’Civaka Êzidî ku bi fikrê Rêber Apo ji fermanê rizgar bûye û azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne, xwe ji her kesekî zêdetir di ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de deyndar dibîne. Hedefa me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserî ji pirsgirêkên siyasî re ye. Em heya astekî ber bi vê hedefê ve meşiyan lê hê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebûye, hê jî li Kurdistanê û Şengalê êrişên dagirkeriyê hene. Di sala duyemîn a pêngava azadiyê de weke Şengal pêwîste em fikrê Rêber Apo hem li Şengalê hem li Iraqê zêdetir bidin naskirin.  Pêwîste weke jinên Êzidî, weke ciwanên Êzidî em xurtir tevlî pêngava azadiyê bibin.’’

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.