‘Em ê Efrînê rizgar bikin’
Sêşem 10 Gulan 2022 - 21:21
- Mezlûm Ebdî: Em ê tevî xelkê herêmên dagikirî, Efrîn û herêmên din rizgar bikin. Sedemên derengmayîna rizgarkirina Efrînê hene, em hewl didin wan li pey xwe bihêlin.
Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî berxwedana koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê silav kir û got: “Em ê tevî xelkê herêmên dagirkirî, Efrînê û herêmên din rizgar bikin.”
Mezlûm Ebdî, bi rêya bernameya “Zoom”ê li Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî peyivî. Komxebat bi navê “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye” li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin.
Ebdî di destpêka axaftina xwe de behsa siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê kir û got, “Dewleta Tirk bi êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê tinekirina QSD`ê armanc dike, lê belê armanca wê ew e ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, demografiya herêmê biguherîne, dîroka gelên herêmê tine bike û gelê wê qir bike.”
Bibin xwedî helwêsteke zelal
Ebdî got, lazim e gelê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk helwêsteke hişk nîşan bide: “Kirinên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî, ne rewa û ne hiqûqî ne. Ev kirin û binpêkirinên bi rengê destdirêjî, zêdegavî û sûcên şer, divê neyên rewakirin. Divê gelên Sûriyê li hember van sûcan bêdeng nemînin”.
Ebdî bang li Rûsya û Emerîkayê kir da ku helwêsteke zelal li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin: “Divê Rûsya û Emerîka bi rola xwe rabin û helwêsteke zelal li hemberî siyasetên dagirkirinê yên dewleta Tirk nîşan bidin.”
´Em dereng mane´
Mezlûm Ebdî diyar kir ku QSD`ê li hember dagirkeriya Tirk disekine û wiha peyivî: “Em ê her tim li hemberî van siyasetan bisekinin. Em ê pîlanên dagirkeriyê têk bibin. Dewleta Tirk ji dema destwerdana Sûriyê ve dixwaze pîlanên xwe bi encam bike. Lê belê berxwedana gelê me li hember dagirkeran, encamên ku li xweşiya dewleta Tirk nayên, bi xwe re anîn. Em ê di aliyên dîplomatîk, siyasî û leşkerî de kar bikin da ku pîlanên dewleta Tirk pûç bikin.”
Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, berxwedana koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê silav kir û got, “Şêniyên Efrînê ji 4 salan ve li hember pîlanên dagirkeriyê li ber xwe didin. Divê berxwedana xwe dewam û mezin bikin. Dagirkirina Efrînê komployeke navneteweyî bû. Em ê tevî xelkê herêmên dagikirî, Efrîn û herêmên din rizgar bikin. Sedemên derengmayîna rizgarkirina Efrînê hene, em hewl didin wan li pey xwe bihêlin. Ji bo rizgarkirina Efrînê xebatên cidî pêwîst dikin.”
Mezlûm Ebdî bang li gelê Kurd û hêzên siyasî kir da ku helwêsteke hevpar nîşan bidin: “Divê gelê Kurd xwedî helwêsteke hevpar be. Divê hêzên siyasî yên Kurd bibin xwedî yek helwêst. Divê helwêsta hêzên siyasî yên Kurd û ya gel yek be.”
Berpirs û pispor hazir bûn
Di Komxebata li parka Kampa Berxwedanê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan, endama rêveber a Meclisa Civaka Ermen a Hesekê Arîv Nersîs Kassabian, edîtorê giştî yê Kovara El-Hîwar Dr.Azad Elî, endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hisên Ezam, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, Kongra Star, nûnerên MSD, Meclisa Kantona Efrînê, Meclisa Kantona Şehba, Yekitiya Êzidiyan û saziyên din ên sivîl tev li komxebatê bûne.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan destpêkê axivî û piştî wî Mezlûm ebdî axivî bû.
Mijara yekê ya komxebatê bi sernavê “Bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê” ye.
Di komxebatê de mijarên, bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê, sûc û binpêkirin li gorî qanûnên navneteweyî, rê û rêbazên û tedbîrên stratejîk ên gengaz ji bo rawestandina binpêkirinan û bidawîkirina dagirkeriyê, hatin nîqaşkirin.
Kesayetên navdar ên weke akademîsyanê Zanîngeha Colombia a DYE´yê David Phillips, Nûnera Aştiyê ya Yemenê Raîde El-Zebhanî, midûrê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî, midûra Lêkolînên Aştiyê ya Peymangeha Aştiyê ya Kurdî-Emerîka Meghan Bodette, serokê saziya Maat a Aştiyê û Geşepêdan û Mafên Mirovan-Misir Dr. Emîn Eqîl û lêkolîner û analîzkerê di şerên navneteweyî-Emerîka de pispor Thoreau Redcroft, tev li komxebatê bûn.
ANHA/ŞEHBA
Me li Efrînê qir dikin
Dewleta Tirk hewldanên xwe yên guherandina demografiya efrînê dewam dike. Armanca wê birina serî ya qirkirina Kurdan e li Efrînê. Li gorî Çavdêriya Mafê Mirova a Sûrî (SOHR), di vê çarçoveyê de bi hevkariya komeleya Kuweytî ya bi navê “Destên Spî” dagirkeran li nêzî gundê Kefir Sefra ê ser bi Cindirêsa Efrînê, wargeheke têde 250 xanî hene, ava kir.
Ji bo avakirina vê wargehê pêşî daristana li quntara girê Hec Mihemed hat birrîn û paşê jî xelkê ji Şamê koçber bûyî li deverê hat bicihkirin.
Li gorî SOHR´ê serçeteyekî çeteya Sultan Murad ê bi navê A.A. navdar e, li gundê Kefrûm ê ser bi navçeya Şaranê, di Nîsanê de wargeheke 360 xaniyî ji bo Erebên ji Homsê tê de bi cih bike, dabû çêkirin. Ev wargeh jî li quntara girekî daristanî hatiye avakirin û ji bo avakirina wargehê daristan bi temamî hatiye birrîn.
Wekî din jî hat zanîn ku çete amadekariyên avakirina wargehên din jî dikin li gundê Agcîle yê Cindirêsê û gundê Emer ê Şaranê. Ji bo vê, çeteyan dest bi xerakirina zeviyên Efrîniyên bi darê zorê koçberkirî kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN