Em ê dîsa vala derbixin

Sêşem 3 Îlon 2024 - 02:50

Rêxistina Kongra Star a Kantona Cizîrê li dijî tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.

Endam û rêveberên rêxistina Kongra Star a Kantona Cizîrê û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û jinên hemû bajar û bajarokên Kantona Cizîrê di meşê de cihê xwe girtin. Di meşê de pankartên “Bi roniya rojê re em ê hev bibînin” û "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat hildan.

Meşa ku  ji Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kir, heya Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo dewam kir.

Girseya meşê li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo gihîşte hev û li vir meş vegerî mîtîngê. Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî. Şîraz Hemo bal bire ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û di axaftina xwe de, şehîdên ku di valaderxistina komloyê de cîh girtine, bi bîr xistin. Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî yên mirovî kir û got: “Divê hûn erkên xwe bi cîh bînin.” Endama Yekitiya Jinên Ciwan Sara Hesen jî destnîşan kir ku jinên ciwan, heya ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fizîkî pêk bînin wê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Sara Hesen di dawiya axaftina xwe de îşaret bi dewletên ku di komloyê de cihê xwe girtine kir û diyar kir ku heya niha bi têkoşîn û berxwedana gel vala derketine û ji îro şûn de jî wê vala bên derxistin. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin. Her wiha girseya meşê dirûşmeyên “Bimire Erdogan”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.