Efsaneya “Mişk hez ji penîr dikin”

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 20 Sibat 2023 - 03:30

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

Mirov pirsa gelo mişk hez ji penîr dikin bike, gelek kes wê xweber bibêjin, “erê”. Lê gelo kê dîtiye ku mişk ketine kilîn û kewaran û wan penîr xwariye?

Min nedîtiye, lê hisa min a pêşî jî wê bibûya “erê, çawa mişk penîr dixwin”. Gava ez hinekî lê bihizirim, wilo bifikirim, bi ser ti nimûneyan ve nabim, ji bilî … "Tom û Jerry” yan jî kitêba rêza serpêhatiyên mişkan weke “Amstrong: Rêwîtiya bi serpêhatî ya mişkekî ber bi heyvê ve”. Lê ev nimûne hemû xeyalî ne. Hin mirovan ew sêwirandine.

Tişta jê re “çanda populer” tê gotin, bi serî ve bi nimûneyên wiha tijî ye.

Axir, bi qebûleke giştî li xwe mikur bêm; gelek cûreyên mişkan hene û ez tenê çendekan nas dikim. Ji mişkên malan, heta bi mişkên nav erdan, ji mişkên çolê heta yên çiya, bi dehan cûre û bi sedan binecûre hene. Hemû jî li gorî cihê lê dimînin, xwe li xwarinê tînin.

Lê dîsa jî mişkê xelk bêhtir nas dikin, ewên navmalê ne. Jixwe mirov penîr çêdikin û li gorî çanda populer jî ew hez ji penîr dikin. Êdî bi min re ew hîs heye ku ev tenê efsaneyek e.

Pispora biyolojiya beridandinê, Magan Phifer-Rixey a li zanîngeha Drexel a li Philadelphiayê, dibêje, mişkê malê li Asyayê peyda bûye û li dinyayê belav bûye. Û herçî xwarin e, ev mişkên malê zêde tiştekî naneqînin. Yanî em nikarin bibêjin, hez ji filan tişt dikin û hez ji bêvan tiştî nakin. Yanî hebe, ji daneyên genim, ceh heta bi kêzikan. Lê ew di cih de tê ser meseleya penîr jî: “Lê penîr, na, nexêr, penîr ne ji wan xwarinan e ku li ber dilê mişkan ezîz e.”

Ji bakurê Emerîka belav bû

Lê naxwe, ew hez ji çi dikin? Diyar e ku ew gelekî hez ji rûnê piste yanî zirfistiqê dikin: “Ew gelekî baş bêhnê dikin û bêhneke wê ya dijwar heye.” Bi ser de jî ev tiştekî maqûl e, ji ber ku tê de gelek proteîn û rûn heye û ev her du jî mişkan cezb dikin.

Yanî mişk ji penîr hez dikin, ji serî heta binî efsaneyeke çêkirî ye. Lê kê pêşî ev efsane çêkir?

Min ê behsa wê bikira, lê ti agahiya mirov pişta xwe pê rast bike xuya nake. Heta hin kes wê heta bi Romaya kevin jî dibin. Lê çavkaniya behsa wê dikin, wergereke tenê, bi rengekî têkiliyê di navbera mişkekî û xwarina penîr de datîne. Ew jî ne yekser e. Ji ber wê, ez dibêjim, ev efsaneya çanda populer a destpêka sedsala 20´an a bakurê Emerîkayê ye. Lê li wir nema, bi rêya çîrok, film û filmên karton, ev efsane bû ya me hemûyan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.