Edalet pêk neyê Fransa qatil e

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 11 Çile 2023 - 00:50

Doh li seranserê Ewrûpayê, şehîdên komkujiya Parîsê ya 9´ê Çileyê 2013´an hatin bibîranîn û bang li Fransayê hat kirin da ku komkujiyê rohnî bike. Çalakî li du seriyên dinyayê jî hatin li darxistin. Kurdan û dostên wan li Sydney û Torontoyê jî doza edaletê kir. 

PARÎS: Şehîdên Parîsê li ber Buroya Înformasyonê Kurdistanê ya li Parîsê, hatin bibîranîn. Şaredara Bajarê Mezin a Parîsê Anne Hidalgo, Şaredara semta 10´an a Parîsê Alexandra Cordoba, endamên Senatoya Parîsê, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Tevgera Jinên Kurd û CDK-F tev li çalakiyê bûn. Alexandra Cordoba got: “Ev êriş li dijî kesên li dijî DAIŞ’ê nirxên xwe yên demokrasî û mirovahiyê parastine, hatiye kirin.”

HAMBURG: Li vî bajarê bakurê Elmanyayê, li ber konsolosxaneya Fransayê çelenga reş hat danîn. Nûnera CENÎ’yê li ber balyozxaneyê axivî û got, lêgerîna jinên Kurd a edaletê dewam dike.

FRANKFURT: Meclîsa Jinê ya Amarayê li Frankfûrtê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên Parîsê li ber Konsolosxaneya Fransayê mîtîngek li dar xist. Girseyê li ber konsolxaneyê daxuyanî xwend û got, dewleta Fransayê tevî ku di ser Komkujiya 9'ê Çile re 10 sal derbas bûne jî biryara nepenîtiyê dewam dike: "Tevî ku dewleta Tirk a faşîst berpirsyariya komkujiya 9'ê Çile girt ser xwe, dewleta Fransa dixwaze komkujiyê di tariyê de bihêle. Em ê li hemberî vê bêdeng nemînin."

DUSSELDORF: Li paytexta eyaleta NRW´ê, Kurdan li ber konsolosxaneya Fransayê mîtîngek li dar xistin. Nûnera YJK-E’yê Ayten Kaplan di mîtîngê de got; “Fransayê dosyaya komkujiya 9’ê Çileyê 2013’an girt û biryara nepenbûnê da. Lê dewleta Tirk qebûl kir ku wê bi xwe komkujî kiriye. Derket holê ku kujer endamê MÎT’ê ye. Lewma divê teşkîlata MÎT’ê û serowezîrê demê bê dadgehkirin.”

HANNOVER: Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hannoverê jî wêneyên şehîdan danîn meydana Kropckeyê. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Fransa ji ber ku ev êrîş ronî nekir, 23’ê Kanûnê li Parîsê komkujiyek din qewimî. Ji Fransayê hat xwestin ku her du komkujî bên ronîkirin. 

SAARBRUCKEN: Li vî bajarê Elmanyayê bi organîzasyona Meclîsa Jinan a Şirîn Elemhûlî, çalakî hate lidarxistin. Xwepêşanderan çelenga reş danî ber konsolosxaneya Fransayê û dosya radestî serkonsolos kirin. Serkonsolos Sébastien Girard got, “Ez xemgînî û hêrsa we fêm dikim. Ez soz didim ku ez ê dosyayê, ragihînim meqamê rayedar.”

MUNCHEN: Li paytexta Bavyerayê, Meclîsa Gelê Kurd bi boneya salvegera komkujiyê çalakiyek li dar xist. Kurd li ber Konsolxaneya Fransa hatin ba hev. Konsolos li daxwazên Kurdistaniyan guhdarî kir û got, "Ez soz didim ku dosyaya we bigihînim cihê pêwîst.“

STUTTGART: Li Stuttgartê jî mîtîng hat lidarxistin. Mîtîng li ber Înstîtuya Fransî ya li Meydana Stuttgart Berliner Platzê pêk hat. Çalakgeran got, “Heta ku edalet pêk tê, em ê têbikoşin.”

FREIBURG: Li Platz der Alten Synagoge ya Freiburgê, Meclîsa Jinan a Nûdayê dezgeha bibîranînê danî.

BERN: Li paytexta Swîsreyê, ji bo protestokirina komkujiyên li Parîsê, li ber Balyozxaneya Fransayê Kurd û dostên wan hatin ba hev. Hevserokê Komeleya Çanda Kurd a Bernê Munîr Ay got, “Sê hevalên me yên din li Parîsê hatin şehîdxistin. Ev ne tesaduf in. Ev êriş wê negihîjin armanca xwe.” Xwepêşanderan piştre çelenga reş danî ber balyozxaneyê.

ZURICH: Kurdên li vê bajarê Swîsreyê li ser banga Meclîsa Jinan a Bêrîtanê li ber konsolosxaneya Fransayê hatin ba hev. Wan xwest, komkujiyên 9’ê Çileyê 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an bên ronîkirin û berpirs bên eşkerekirin.

LONDON: Li paytexta Ingilistanê, endamên Meclîsa Jinan a Jiyan û Kurdistan Solidarity Network, komkujiyên Parîsê şermezar kirin û çelenga reş li ber balyozxaneya Fransayê danîn.

ATÎNA: Ji bo Şehîdên Parîsê, li Kampa Lavrîo ya ser bi Atînayê bernameyeke bibîranînê hat lidarxistin. Kurd, anarşîst, komên çep û sosyalîst ên Yewnanî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî tevlî bibîranînê bûn.

OSLO: Kurd û dostên wan ên li paytexta Norwêcê, li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev. Platforma Jinên Kurd a Norwêcê pêşengî ji çalakiyê re kir. Nûnerên Defend Kurdistan, Kvînnefronten û Solidaristet med Kurdistan axivîn û çelenga reş danîn ber balyozxaneyê.

GOTEBORG: Li bajarê Swêdê Goteborgê, Kurd li navenda sûkê hatin ba hev û gotin, “Fransa divê bi gotina sira dewletê, dest ji parastina kujeran berde. Berpirsê vê komkujiya nehatî eşkerekirin, wê Fransa be.”

KOPENHAG: Li paytexta Danîmarkayê, bi pêşengiya endamên Meclîsa Jinan û Danîmarkayiyan, Kurd û dostên wan li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev. Wan got, divê komkujî bên ronîkirin.’’

HELSÎNKÎ: Şehîdên komkujiyên Parîsê li paytexta Fînlandiyayê hatin bibîranîn. Çalakî bi pêşengiya NCDK, KJAR, Komele û rêxistinên Fînlandî yên dostên Kurdan hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî” hat gotin. 

TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo bibîranîna şehîdên Parîsê bernameyek û meş hatin lidarxistin. Bi sedan Kurd, li ser banga Komuna Jinên Azad a Sara li Navenda Civaka Kurd a Kanadayê hatin ba hev û komkujiyên Parîsê rûreş kirin. 

SYDNEY: Li vî bajarê mezin ê Awûstralyayê jî li ber Balyozxaneya Fransayê, Kurd û dostên wan li ser banga NCKD’ê hatin ba hev. Senatora berê ya Partiya Keskan, Lee Rhiannon got; “Heger hikûmeta Fransayê 2013’an faîlên sûîqesta li hemberî 3 jinên Kurd eşkere kiribana, îro komkujiyeke duyemîn nediqewimî.” Piştre xwepêşanderan dosyeyek radestî balyozxaneya Fransayê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.