Du kezî û dayikek

Nûçeyên Dosye

Yekşem 14 Gulan 2023 - 15:25

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Xwişkên wêrek ên Kurdistanê Gulistan û Ronahî di rêwîtiya rabûna li ber dîlgirtin û zextê de tevlî karwanê nemiran bûn. Keziyên ku ji dayika xwe re hiştin, weke mîrateya têkoşînê li dîwarê mala wan hatine daliqandin.

Gulistan Elî Bekir (Rûken Elî Bekir) û Ronahî Elî Bekir (Rûken Elî Bekir) xwişkê hev bûn. Du salan li pey hev ji dayik bûn. Ji bo bidin pey heqîqeta xwe, dan pey hev û bi têkiliyeke xurt gihîştin hev.

Malbata Bekîr, sala 1988'an bi Komkujiya Helebceyê re Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Ji bo bi malbatî tevlî nava vê têkoşînê bibin zend û bend badan, li her warî tevlî nava têkoşînê bûn. Ji malbata Bekîr, Gulistan û Ronahî hîn di temenekî piçûk de bi wate û girîngiya têkoşînê hesiyan û li ber qedexeyên rejîma Beesê rabûn.

Gulistan ku bala wê gelekî li ser ziman, çand û neteweya Kurd bû, dest bi dayina perwerdeya Kurdî kir. Ji ber zextên rejîma Beesê her roj li malekê bi rengekî veşartî komek ji zarokan perwerde kir û di nava wan de xwişka wê Ronahî jî hebû. Ronahî bi demê re serweriya li ser ziman xurt kir û êdî gihîşt wê astê ku perwerdeyê bike. Gulistan bi kelecana ku dest bi karên cuda bike, piştî demeke kurt PKK bêhtir ji nêz ve nas kir û sala 1993’yan tevlî nava refên gerîla bû.

Ronahî da pey şopa xwişka xwe

Ronahî di encama dilsoziya xwişka xwe ya mezin Gulistan de sala 1999'an piştî ku bi komploya navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan dîl hate girtin, biryar da ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibe. Wê jî mîna xwişka xwe ya mezin, keziyên xwe dan dayika xwe Hedla û weke şervaneke heqîqetê berê xwe da çiyayên azad. Ji ber şert û mercên wê demê, nizanîbû ku Gulistan sala 1996'an şehîd bûye, lewma timî bi xeyala dîtina wê bi rê ket. Ronahî jî di 3'ê Nîsana 2006'an de li Cûdî heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de teqand û şehîd bû.

Dayik Hedla Bekîr keziyên porên keçên xwe Gulistan û Ronahî yên ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan, mîna mîrateyekê parastin. Herdu keziyên di hundirê çarçoveyekê de, bi dîwarê malê ve hatine daliqandin. Her kesê tê malê, li çarçoveyê dipirse û bi baldarî li çîroka herdu xwişkan guhdarî dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.