Her bizavek wêjeyî yan jî hunerî, tu bikî nekî, xwe dispêre bîrdozî û paradîgmayekê. Bi awayekî dîtir, bîrdozî û paradîgma, dibin sedema bizavên wêjeyî û hunerî. Yek ji van paradîgmayan jî “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” ye. Wêje û hunera ku wê wekî referans digirin, hewl didin ku pîvanên wê yên etîk, estetîk û edebê qewî bikin. Ji bo vê jî çi bi devkî, çi jî bi nivîskî tê nîqaşkirin.
Di du nivîsên dawî de, min bi awayekî pûxteyî bal kişandibû ser du gotar û lêkolînên, di vî warî de. Yek jê gotara “Hunera Xweristî ya Sêyan” a A. Çadırcı û ya din jî lêkolîna “Dahûrandina Sosyo-Polîtîk a Wêjeya Kurdî” a Ekrem Baydoğan-Ramazan Çeper e. Min berê, kêm zêde behsa ya Çadırcı kiribû. Di vê nivîsê de jî, ez ê her du gotar û lêkolînan hebikekî bidim ber hev. Ji lewra Baydoğan û Çeper, derpêş dikin ku ya Çadırcı hinekî berteng û kêm e. Lê berî danberhevê, divê bê diyarkirin ku “Dahûrandina Sosyo-Polîtîk a Wêjeya Kurdî” jî li gorî dsîplîneke bi rêkûpêk nehatiye kirin. Lewma ji bo vê danberheviyê, min ji nav rûpelên wê hin tişt neqandin.
Her du gotar û lêkolîn, di xalên sereke yên paradîgmayê de hema bibêje mutabiq in. Lê belê di şirovekirin û piştrastkirina xisûsan de, li gorî Çadırcı, Baydoğan û Çeper bi dsîplîneke têkûztir tevgeriyane. Ji lew re xisûsên bingehîn ên paradîgmayê bi helwêstên dijraber destnîşan kirine.
Çadırcı di gotara xwe de, tenê îşaret bi terazûya jiyan, mirov, civak û ferd kiriye û taybetmendiya wê ya pirrpêkhateyî destnîşan kiriye. Lê belê portreya civakê ya yekaliyî ya li ser esasên pîvanên pozîtîvîst ên modernîteya kapîtalîst û marksîzmê baş ji hev dernexistiye. Lê Baydoğan û Çeper, wekî ku li jor jî hatiye diyarkirin, bi helwêstên dijraber tevgeriyane û ev yek hin bêhtir ji hev derxistine.
Çadırcı, wêje û hunera li ser esasên paradîgmaya navbirî, wekî “Hunera Xweristî ya Sêyan” bi nav dike, lê Baydoğan û Çeper rasterast wekî “Wêjeya Apoyî” bi nav dikin.
Çadırcı, têkiliya sîmbiyotîk a di navbera “Hunera Xweristî ya Sêyan” û “Wêjeya Şoreşger”, “Wêjeya Kurd” de baş zelal nekiriye û pênaseyek xurt daneniye. Lê Bereksê wî, Baydoğan û Çeper, ji bo vê diyar dikin ku ji van navan her yek jê xwedî hin cihêtiyan e û di warê naverokê de jî ji bizav û ekolên cihê xwarine. Ji ber vê, di çarçoveya paradîgmaya navbirî de, bi pirranî ne xwedî cihokeke bi rêk û pêk in; yan xwe dispêrên zemîn û mihwerekê yan jî di bilêvkirinên giştî de tên asêkirin. Lewma divê di navbera “Wêjeya Apoyî” û wêjeyên navbirî de, ev têkiliya sîmbiyotîk bê diyarkirin, da ku xetên wan bên zelalkirin. Ev yek jî, ne bi dîkotomiya “yan ji vê ye, yan ji wê ye”, “yan ev e, yan ew e”, divê bi azmûna Planck a kuantûmê be, yanî “hem ew e, hem ev e.” Bi vî awayî wê pîvanên sereke yên ku “Wêjeya Apoyî” xwe dispêrinê, dîtina wê ya ji bo bizavên wêjeyî yên din, hêlên wê û yên bizavên ku di çarçoveya wêjeya şoreşgerî de tên pênasekirin, weziyeta wê ya di nav wêjeya Kurdî de, tevkariya wê ya li wêjeya Kurdî û aliyên wê yên ji vana cuda hemû bi awayekî berbiçav eşkere bibin.
Her du gotar û lêkolîn jî, wêjeyê wekî parçeyekî girîng ê pêvajoya netewebûyînê û qewîkirina hişmendiya neteweyî dihesibînin û ji bo vê, bal dikişînin ser wêjeya bi zimanê Kurdî.
Di warê nivîsandina berhemên bi zimanê din û nehesibandina wan a ji wêjeya Kurdî de jî hevfikr in. Lê vê fikra xwe bi têgehine cuda diwesifînin. Çadırcı, nivîsandina berhemên bi zimanên din û nehesibandina wan a ji wêje-hunera Kurdî wekî "netewperestî-şovenîstiya" zimên û neheqiyeke li rasteqîniya Kurdî û înkarkirina nirxên Kurdî dihesibîne. Ji lew re, li gor wî ya muhîm “ruhê” berhemê ye. Baydoğan û Çeper jî dibêjin, gava mirov wêjeya neteweyekê û civakekê tenê di zimên de asê bike, ev formalîzm bi xwe ye. Axirê çendî ku ev mijareke di çarçoveya wêjeya “mînor û major” de be jî, lê her duyan jî hema bêje bal nekişandiye ser vê meseleyê û bi awayekî dorfireh rave nekirine.
Di warê krîtîka berhemê de jî, bereksê nirxandina bi çavê kesekî/ê, îşaret bi rêgezan dikin. Di warê rexnekirina berhemê de jî ne tespîtkirin û lêhûrbûna li ser şaşiyan, yanî li dijî “deconstruction”ê, îşaret bi lêhûrbûna li ser “çareserî”yê dikin.